Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?

Pispor balê dikşînin ser wê yekê ku bikaranîna teknolojiyên dîjîtal ên ku bûne perçeyekî jêneveger ê jiyana modern, bi taybetî di zarok û ciwanan de dikare veguhere girêdayîbûnekê.

Telefûnên biaqil, platformên medyaya civakî, lîstikên serhêl û sîstemên qumara sanal; her çend gihîştina agahiyan, şahî û ragihandinê hêsan dikin jî, di rewşa bikaranîna bêkontrol de ji bo pirsgirêkên derûnî yên cidî jî bingehekê amade dikin.

Bi taybetî zarok û ciwan, komên temenî ne ku herî zêde ji vê pirsgirêkê zirarê dibînin. Girêdayîbûna dîjîtal bi rastî ne qelsiyeke kesayetî ye, encameke têkiliya sîstema xelatê ya mejî bi hawirdora dîjîtal re ye. Kes dikarin bi pêşxistina hişmendiyê, birêkûpêkkirina jiyana xwe û bi piştgiriya profesyonel, xeleka girêdayîbûnê bişkênin.

Psîkologê Klînîkî yê Pispor M. Yasîn Çakiroğlu diyar kir ku wergirtina piştgiriyê ji bo vê pêvajoyê gaveke krîtîk e. Çakiroğlu destnîşan kir ku bi vî awayî kes, bi saya mudaxileya zû, dikarin girêdayîbûna xwe bixin bin kontrolê û kalîteya jiyana xwe ji nû ve bi dest bixin.

Girêdayîbûna dîjîtal bandorê li ser rewşa hestiyarî dike Çakiroğlu da zanîn ku girêdayîbûna ekranê tabloyeke wisa ye ku kes nikare bikaranîna amûrê kontrol bike û ev rewş bandoreke neyînî li ser fonksiyonên jiyana rojane dike û wiha got: "Ne tenê dema li ber ekranê, sînornekirina bikaranînê û dema mirov ji amûrê dûr dikeve hesta nerehetî, tengezarî û valahiyê jî di nav nîşaneyên bingehîn ên vê girêdayîbûnê de tên nîşandan. Ev rewş; bi pirsgirêkên wekî kêmbaldarî, pirsgirêkên xewê, îzolasyona civakî, fikar û depresyonê re ji nêz ve têkildar e. Bikaranîna ekranê ya ku di zarokan de bi stres, tenêti û westandina hestiyarî dest pê dike, bi demê re dikare bibe amûra bingehîn a birêkûpêkkirina hestiyan. Bi taybetî di medyaya civakî de lêgerîna herdemî ya pesndayînê û xweberhevkirin (qiyas), di dema ku xwebaweriya zarokan kêm dike, fikarên wan jî zêde dike."

Çawa vediguhere girêdayîbûnê? Çakiroğlu diyar kir ku tiştê li binê bingeha girêdayîbûnên dîjîtal de radize sîstema xelatê ya mejî ye û wiha got: "Çimkî mejiyê mirov meyldar e ku reftarên kêfxweşiyê didin dubare bike. Ji ber ku lîstikên dîjîtal û platformên sanal jî bi awayekî hatine sêwirandin ku di navberên nediyar de xelatê bidin bikarhêner, ev nediyarî derdana dopamînê tetik dike û kêfxweşiyeke demkurt peyda dike û dubarekirina reftarê xurt dike. Bi demê re ev xelek, dikare veguhere adetekê û bikaranîneke bêkontrol."

Qumara sanal rîskê zêde dike Çakiroğlu wiha lê zêde kir: "Girêdayîbûna ekranê ji bo girêdayîbûna qumara sanal a ku li ser înternetê behîs û lîstikên şansê yên dubarekirî, ji kontrolê derketî û zirarer vedihewîne jî faktoreke rîskê ya girîng e. Demdirêj nihêrtina li ekranê dibe sedem ku mirov bêtir li ber naverokên qumara sanal bimîne. Ev rewş bi taybetî di ciwanan de kontrolkirina daxwazên ji nişka ve (dürtü kontrolü) zehmet dike û dibe sedem ku biryarên bîrîsk hêsantir werin girtin."

Di têkoşîna li dijî girêdayîbûnê de 3 gavên krîtîk Psîkologê Klînîkî yê Pispor M. Yasîn Çakiroğlu bal kişand ser wê yekê ku divê pêvajoya serederiya bi girêdayîbûna dîjîtal re bi 3 gavên ku werin avêtin rast were rêvebirin û wiha lê zêde kir:

  • Hişmendiya xwe pêş bixin: Fêmkirina bê ka bikaranîna dîjîtal ji aliyê kîjan hest û rewşan ve tê tetikkirin, gava yekem a guhertinê ye.

  • Jiyana rojane ji nû ve birêkûpêk bikin: Xewa birêkûpêk, xwarina tendurist, çalakiya fîzîkî û xurtkirina têkiliyên civakî di têkoşîna li dijî girêdayîbûnê de roleke girîng dilîzin. Çalakiyên ne dîjîtal, jêderên alternatîf ên bextewariyê ava dikin.

  • Piştgiriya profesyonel werbigirin: Terapiya reftarî ya naskerî (BDT) û terapiyên zêdekirina motîvasyonê, di dermankirina girêdayîbûna dîjîtal û qumara sanal de di nav rêbazên bibandor de ne. Dema pêwîst be dermankirina bi dermanan jî dikare di nav pêvajoyê de cih bigire."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir
Li Cizîrê zêr û pereyên biyanî yên qaçax hatin desteserkirin