Bireveberîya Baroya Stenbolê ji wezîfeyê hatin girtin

Di doza ku bi daxwaza Serokê Baroya numereya 1 a Stenbolê Îbrahîm Ozden Kaboglu û endamên Sazîya Bireveberîyê ku 10 kes in werin guhertin û ji cîhê wan re mirovên dinê bêne hilbijartin biryar hat dayîn.

Dadgeh, derheqê doza ku bi daxwaza Serokê Baroya numereya 1 a Stenbolê Îbrahîm Ozden Kaboglu û endamên Sazîya Bireveberîyê ku 10 kes in werin guhertin û ji cîhê wan re mirovên dinê bêne hilbijartin hatibû vekirin de, hikûm da ku doz bê qebûlkirin, ji wezîfeya serok û bireveberîyê re dawî bê dayîn û ji nû ve hilbijartin bê kirin.

Derheqê Serokê Baroya numereya 1 a Stenbolê Îbrahîm Ozden Kaboglu û endamên Sazîya Bireveberîyê de, bi îddîayên ku di daxuyanîya li ser medyaya civakî de “sûcdarên ku endamtîya wan ên bi PKKê re hene hatine pesinandin” tehqîqat hatibû destpêkirin.

Di 7ê Çileyê de ji teref dozgerîyê ve îfadeya Serokê Baroya numereya 1 a Stenbolê Îbrahîm Ozden Kaboglu û endamên Sazîya Bireveberîyê hatibû girtin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin