Bo şehîdên Xazzê nimêja cinazê ya xiyabî

Bo Milsimanên ku li Xazzê di êrîşên siyonîstan de şehîd bûn li Stenbolê nimêja cinazê ya xiyabî hat edakirin.

Di wan xwepêşanên ku ji 30ê Adarê vir ve li Filistînê berdewam dikin de siyonîstên îşxalker êrîş dibin li ser Mislimanan, di encama êrîşên ku hatin kirin de tev de 19 Filistînî şehîd bûn.

Platforma Qudsa Azad bi êrîşên çeteya siyonîst telîn bike li ber Konsolxaneya îsraîl ya li Stenbolê  daxuyanîya çapemenîyê li dar xist û dû re bo Mislimanên ku di êrîşan de şehîd bûne nimêja cinazê ya xiyabî eda kir.

Deqa daxuyanîyê ji teref Berdevkê Platforma Qudsa Azad Cemal Çinar ve hat xwendin. Çinar di daxuyanîya ku xwend de diyar kir nêzî qernekê ye ku qetlîamên ku ji teref siyonîstan ve tên kirin tên telînkirin.

Çinar di berdewama axavtina xwe de diyar kir êdî tu gotina ku bê gotin nemaye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ey alimên Îslamê!  Îro tu şipheya me tuneye ku xwîna Mislimanan erzan tê qebûlkirin û ew çekên ku ji teref kafirên mustekbîr ve tên hilberandin li ser Mislimanan tên ceribandin. Ew alimên Îslamê yên ku divê ummetê rakin ser pêyan û heta Filistîn azad nebe dê cihê xwe de nerûnin li benda kîjan rojê û talîmatê ne? Divê ji alîkarîya Xweda tu carî hêvî neyê qutkirin. Xweda di Qur’anê de di gelek cihan de dibêje ku-Ger hûn ji dînê Xweda re bibin alîkar dê Xweda jî ji we re bibe alîkar û dê pêyên wê sa

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin