Boykot li Starbucksê tesîrdar dike: Dê firoşgeh werin girtin, karmendan kêm bibin

Starbucks, zincîra qehwexaneyê ya li Emrîkayê, biryar da ku hinek qehwexaneyên xwe yên li Emrîkaya Bakur bigire û bi sedan karkeran ji kar derxîne.

Starbucks, yek ji şîrketên ku piştgiriyê didin rejîma îşxalker a sîyonîst, ragihand ku ji ber boykotê ku ji bo hevgirtinê bi Xezzeyê û Filistînê re dest pê kiriye, plan dike ku bi sedan kafeyên xwe bigire û 900 karmendan ji kar derxîne.

Li gorî dosyayek ji Komîsyona Ewlekarî û Borsaya Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê re, lijneya rêveberên şîrketê plana ji nû ve avakirinê ya ku wekî beşek ji stratejiya "Vegera bo Starbucks" hatiye amadekirin, pejirand.

Di vê çarçoveyê de, hate destnîşankirin ku firotgehên ku performansa wan nebaş e dê werin girtin û yekîneyên piştgiriyê dê ji nû ve werin avakirin. Tê texmînkirin ku piranîya van girtina firotgehan heta dawîya salê biqede.

Şîrketê diyar kir ku pêvajoya ji nû ve avakirinê dê bi qasî 1 milyar dolar lêçûn çêbike, ku %90ê wê dê ji hêla operasyonên wê yên Emrîkaya Bakur ve were dayîn. Mesref dê ji nêzîkî 150 milyon dolar tezmînatên ji kar dûrxistinê yên karmendên ku dê ji kar werin derxistin, 400 milyon dolar ji firotin û kêmbûna hebûnên firotgehan, û 450 milyon dolar ji deynên ku ji girtina pêşwext derdikevin pêk were.

CEOyê Starbucksê Brian Niccol di notekê de ji karmendan re ragihand ku di pêvajoya ji nû ve avakirinê de dê nêzîkî 900 karker ji kar werin derxistin. Niccol her wiha diyar kir ku dê hejmara giştî ya firotgehan li Emrîkaya Bakur bi qasî ji sedî 1 kêm bibe. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar