Bozdag: Di êrîşa li Sûrîye Baregeha Încîrlîkê nehat bikaranîn

Alîkarê Serokwezîr Bozdag, derbarê opersyona li Sûrîyeyê hat rastkirin de îfade kir ku: “Berya êrîşê Tirkîye hat agahdarkirin û Baregeha Încîrlîkê nehat bikaranîn”.

Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikumetê Bekîr Bozdag derbarê êrîşa li Sûrîyeyê hat kirin de wiha got: “Serfermandarê Emerîka û Serfermandarê Tirkîye bi talîmatê, Birêz Serokomarê me û bi ya Birêz Trûmp hevdîtin kirin. Berya êrîşê Tirkîye hat agahdarkirin û Baregeha Încîrlîkê di êrîşan de nehat bikaranîn.”

Bozdag di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku hewcebû bikaranîna rejîmê ya çekên kîmyewî bê ciza nemîne û wiha got: “Lê belê bikarnîna rejîmê ya çekên kîyewî wek sebebek bê dîtin û bi karanîna çekên konvansîyonel wek sebebek neyên dîtin ev xeletîyek mezine. Lewra bi herdû sîlehan însan tên qetilkirin.”

Bozdag, di dawîya daxuyanîya xwe de wiha got: “Piştî bikaranîna rejîma Sûryeyê ya çekên kîmyewî avêtina mûşekan ya Sûrîyeyê ji bo çareserîya bûyeran û ji bo encama mijarê tu fêda wan tineye. Çareserî terkirina gulaşa pîya û bê hesab pêvajoyek sîyasî şerde. Tiştê xeynî veya dîsa xwîn e. Çareserîya Sûryeyê bi terk kirina cudahîyan û ji bo çareserîyek sîyasî, aştî, aramî, îstîqrar û bawerîyê lazime civaka navneteweyî tev bi hevre samîmî bi hev re hereket bike mimkune. Helwesta Tirkiyeyê di mijara Sûrî de diyar e Tirkîye do li ku bû îro jî li gor wê helwestê tevdigere. Tirkîye ji roja ewil heta îro ji bo li Sûrîyeyê çareserîyek sîyasî, aştî, hizûr û îstîqrar bê sazkirin çi ji destê wê hatîye kiriye û dê ji vir û pê de jî çi ji destê wê were bê bike.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e