Çapamenîya îşxalê, daxuyand ku ew ê cenazeya Şehîd Yahya Sînwar neyê teslîmkirin

Çapemenîya îşxalê, nivîsand ku HAMASê di pevguhertina êsîran de cenazeya serokê şehîd Yahya Sînwar jî dixwaze lê ew ê îşxalkeran vê daxwaza wan qebûl nekin.

Li gorî xebera çapemenîya îşxalê ku ji Rûsya El Yovmê bidestxistine, îşxalkeran cenazeya şehîd Sînwar wê teslîmê HAMASê nekin.

Şehîd Sînwar, di 26ê Cotmehê de li Refaha başûrê Xezzeyê di pevçûna ku bi rejima îşxalker re ketibûn de şehîd bûbû. Di dema şehadetê de li ser Yahya Sînwar cilên leşkerî hebûn.

Rejima sîyonîst, piştî şehadeta Sînwar, cenazeya wî birin axên îşxalkirî û teslîmê HAMASê nekirin.

Berîya vê xeberê jî, hinek çavkanîyên çapemenîyê wek televîzyona El Hadasa Erebistana Siûdî navendîye diyar kiribûn ku HAMASê di serê ewil de cenazeya Yahya Sînwar bi pevguhertina êsîrekî daxwaz kiribû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar