Çavuşoglu: Efrîn ji rejîm re nikare bê teslîmkirin

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu derbarê Efrînê de diyar kir “Ev der nikare ji rejîm re bê teslîmkirin.”

Berî niha ji teref Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ve hatibû destnîşankirin divê Efrîn ji rejîma Sûrîyê re bê teslîmkirin. Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu derbarê vê gotina Lavrov de daxuyanîyek da û got: “Çavên me li axên Sûrîyê tuneye. Me ji hemû kesî bêtir destek da yekîtîya axên Sûrîyê. Lê divê wek Tirkîyê jî fikara min a ewlehîyê bi temametî ji rastê bê rakirin. Teslîmkirina Efrînê ji rejîm re çi ye? Ev yek nabe. Lewra rejîm rojekê bi YPGê re şer dike û roja din hevkarîyê dikin. Li Rojhilata Minbic û Firatê ev qas YPG û PKKyî çawa gihaştin Efrînê. Çawa ji wan derên ku di bin kontrola rejîm de bûn derbas bûn.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin