Çavuşoglu: Ew ê digel Iraqê bi şikleke hevpar operasyona derveyî sînor bê kirin

Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu destnîşan kir ew digel Iraqê li dijî PKKê bi şikleke hevpar operasyona derveyî sînor bikin.

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu  bi Karîn Kneîssla Wezîra Karên Derve ya Avusturyayê re hevdîtin kir. Piştî hevdîtina ku hat kirin re Çavuşoglu daxuyanîyek da.

Wezîr Çavuşoglu di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew ê operasyona Efrînê heta meha Gûlanê berdewam bike.

Çavuşoglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir pêwîst e Iraq ji PKKê bê paqijkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew ê digel Iraqê li dijî PKKê bi şikleke hevpar operasyona derveyî sînor bê kirin û divê bê kirin. Operasyona derveyî welêt dibe ku piştî hilbijartinên li Iraqê ango piştî 12ê Gûlanê bê kirin. Me derbarê mijarê de bi Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî re hevdîtinek kir.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e