Cenazeyê Nimet Kılıç birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê

Li navçeya me Çinarê, di encama xebatên lêgerînê yên ku 13 rojan ajotin de, cenazeyê Nimet Kılıç ku 2,5 kîlometre dûrî gund hatibû dîtin, piştî lêkolîna yekem a li cihê bûyerê, birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê.

Hati hînbûn ku cenazeyê ku birine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê, piştî lêkolîna dozgeriyê ji bo otopsiyê dê bişînin Saziya Tiba Adlî ya Amedê û piştî temambûna karûbaran jî dê li gundê wê bê veşartin.

Li ber morga nexweşxaneyê û Saziya Tiba Adlî, benda mayîna xizmên Nimet Kılıç berdewam dike.

Şeyhmus Kılıç ê ku ji hevjîna xwe Nimet Kılıç a ku di 21’ê Rêbendanê de saet di 05.12’an de ji mal derketibû xeber negirtibû, danê sibê bi rewşê hesiyabû û pêşî agahî dabû cîranên xwe û paşê jî dabû Navenda Banga Lezgîn a 112’an.

Li ser agahdarkirinê, tîmên ku sewqî herêmê hatibûn kirin, ji bo dîtina jinikê xebateke berfireh a lêgerînê dabûn destpêkirin.

Di encama xebatên ku tîman îro birêve birin de, cenazeyê Kılıç di tenişta çem de ku nêzî 2,5 kîlometre dûrî gund e, hate dîtin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno