Bûyer, roja Înê li Çemê Kocasu, ku ji mezra Kilindor a gundê Yazbaşi ya navçeya Bulanikê derbas dibe, qewimî.
Ji xwişk û birayên ku ketin çem, J.C. yê 8 salî ji aliyê apê xwe ve ji avê hate derxistin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bulanikê. Lê belê, tevî hemû mudaxeleyên li wir hatin kirin jî, canê xwe ji dest da.
Ji bo birayê H.C. yê 6 salî ku ji aliyê çem ve hatiye birin, li herêmê operasyoneke berfireh a lêgerîn û rizgarkirinê hatiye destpêkirin.
Di operasyonên ku ji hêla AFADê ve hatine koordînekirin de, bi tevahî 74 personel beşdarî operasyonên bûn.
Di lêgerînê de 14 noqav, 2 qeyikên raftingê û 2 dron beşdar bûn.
Di roja sêyemîn a lêgerînê de, di dema lêgerîna bi dronê de li ser rûyê avê cihekî hat dîtin. Ekîb ber bi herêmê ve hatin şandin û piştî lêkolînê, cenazeyê H.C. hat dîtin.
Cenazeyê zarokê biçûk, nêzîkî 3 kîlometre dûrî cihê ku lê ket, ji avê hate derxistin û anîn peravê.
Piştî lêkolîna cihê bûyerê ji aliyê dozger ve, cenaze ji bo otopsiyê birin morgê. (ÎLKHA)