Cesedê kesê ku li Çemê Dîcleyê winda bûbû di roja 6an de hat dîtin

M.N.A. yê ku li Çemê Dîcle ya navçeya Sûra Diyarbekirê winda bûbû, di encama xebata roja 6an de hat dîtin.

Bûyer, di 18ê Nîsanê li Çemê Dîcleya navçeya Sûrê de pêk hat.

Li gor agahiyên hat bidestxistin, kesên ku di 18ê Nîsanê li Çemê Dîcleyê laşeke li ser avê bêhereket dîtin telefonî 112ê kirin.

Li ser agahdayînê ekîbên AFAD, JAK, tendirustî, polîs û xelaskrina binavê ya îtfaiyeyê hatin cihê bûyerê.

Ekîba ku ji 20 kesan pêk dihat di roja 6emîna lêgerînê de li Mehelleya Bagivara 2 kîlometre dûrî Pira Dehderî cesedeke hat dîtin.

Di encama xebatên de hat dîtin ku cesed aîdî M.N.A.yê 38 salîye û jiyana xwe bi dest xistiye.

Meyît piştî hûrnerîna li cihê bûyerê hat rakirin Sazîya Tipa Edlî ya Diyarbekirê.

Di heqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno