Berdevkê Hikûmeta Urdinê Muhammed el-Mumenî, destnîşan kir ku di bûyera dawîn a ku doh pêk hat de, çeteyên Cihûyîyan rêya konvoya alîkarîyê girtin û tiştên dijwar avêtin konvoyê, ji ber vê yekê lastîka çar qamyonan teqîyan. Du tir piştî temîratê rêya xwe berdewam kirin, du heb jî ji Urdinê re vegerîyan.
Mumenî, ragihand ku êrîşên ewakî ne ku niha têne kirin in û ev ne êrîşên ewil in jî, meqamên îşxalê tedbîrên ciddî nagirin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq jî di daxuyanîya ku da de, îfade kir alîkarîyên ku dighêjin Xezzeyê hêj nîvê lazimatîyê jî temîn nake, “Li Xezzeyê krîzekî ciddî ya birçîbûnîyê tê jîyandin. Pirsgirêka esil, ew e ku îsraîl derbasîyên sînoran kontrol dike û derbasbûna alîkarîyan tevlîhev dike.”
Li Xezzeyê bi dehhezaran însanên ku bi birçîbûnîyê re micadeleyê didin, ev bû çend meh e naghêjin alîkarîyên însanî. Ev krîza însanî ya ku bi girtina derîyên sînoran ku di 2yê Adara 2025an de hatine girtin ve berdewam dike.
Di hefteyên dawîn de ji noqteyên “Kerem Ebû Salîm” û “Zîkîm”ê îzîn tê dayîn ku hinek alîkarî bêne şandin lê ew jî alîkarîyên sînordar in.
Van konvoyên alîkarîyê ji bo gelê Xezzeyê ku bi birçîbûnîyê re micadeleyê dide derîyekî hêvîyê ye lê ev konvoan jî dibin dûçarê êrîşa çeteyên Cihûyîyan. (ÎLKHA)