Cîhada Îslamî: Şehîd Sînwar, qet tereddut nekir, zeîftî nîşan neda û çekê xwe berneda

Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, ji Serokê HAMASê Yahya Sînwar ku di pevçûna ku bi rejîma îşxalker re hat kirin de şehîd ket bal li ser micadeleya wî ya ji bo gelê Filistînê kişand.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê Zîyad Nehale, piştî daxuyanîya şehadeta Şehîd Yahya Sînwar daxuyanîyek parve kir.

Nehale bal kişand ku şehîd Yahya Sînwar di dîroka micadeleya Filistînê de cîyê wî cîhekî gelek muhîm e, “Serokê şehîd Yahya Sînwar, di dîroka micadeleya Filistînê de cîhê wî cîhekî gelek muhîm e. Navê wî, bi herba herî mezin ya ku gelê me micadeleyekî dirêj dide ve, yanê bi ‘Tofana Eqsayê’ re girêdayî ye. Ev herb, bi qehremanî û fedekarî ve tijîye.”

Nehale, di daxuyanîya xwe de îfade kir ku Sînwar gavekî û demekî be jî ji micadeleyê paşve nema, “Em îro, serokekî ku ji bo gelê me serokekî cuda û bijarte ye yad dikin. Ew, jîyana xwe bi cîhadê derbas kir, di sefên pêş de cîhên xwe girt, re ji xwe re herba ku di rêya Xwedê de ye. Qet tereddut nekir, ziîftîyê nîşan neda û çekê xwe berneda. Şehadeta wî, di micadeleya xelkê me de cîhekî gelek muhîm e.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno