Pezîşkê (Doktorê) Diranan Muhammed Furkan Guler, yê ku li Êlihê ji mîkrofona ÎLKHAyê re axivî, ji bo welatiyên ku di meha Remezanê de rojî digirin, derbarê tenduristiya dev û diranan de hişyariyên girîng dan.
Guler destnîşan kir ku birçîbûna demdirêj, guherîna pergala xwarinê û zêdebûna xwarina tiştên şîrîn ji bo tenduristiya diranan rîskan çêdikin; lewma wî bal kişand ser wê yekê ku divê lênêrîna birêkûpêk neyê îhmalkirin.
Guler anî ziman ku heke di meha Remezanê de paqijiya dev neyê parastin, pirsgirêkên wekî nexweşiyên dirûyên diranan, çêbûna rizîbûnê û bêhna nebaş a dev dikarin zêdetir werin dîtin. Wî diyar kir ku nexasim lênêrîna rast a piştî paşîv û fitarê wê van rîskan bi asteke girîng kêm bike.
Her wiha Guler destnîşan kir ku di dema rojiyê de kêmkirina tûkê rê li ber zêdebûna bakteriyên di dev de vedike û daxuyand ku divê welatî di vê demê de bi hişmendî tevbigerin.
"Lênêrîna diranan a piştî paşîv û fitarê şert e"
Guler destnîşan kir ku tenduristiya dev û diranan di her demê de girîng e û weha got: "Tenduristiya dev û diranan mijarek e ku divê her dem bal lê weri girtin. Nexasim di meha Remezanê de, kesên ku rojî digirin divê hîn bêtir girîngiyê bidin vê mijarê. Heke piştî paşîv û fitarê lênêrîna dev neyê kirin, rîskên nexweşiyên dirûyên diranan û rizîbûna diranan zêde dibin.
"Birçîbûna demdirêj çêbûna bakteriyan zêde dike"
Guler bal kişand ser guherîna adetên xwarinê di meha Remezanê de û ev vurgu kir:
"Di meha Remezanê de şêwazê xwarin û parêzê (diyeta) diguhere. Dema ku meyla ber bi xwarinên karbohîdrat û şîrîn zêde dibe, ji ber birçîbûna demdirêj mîqdara herikîna tûkê kêm dibe. Kêmbûna herikîna tûkê jî mîqdara zêdebûna bakteriyan zêde dike. Ji ber vê yekê, hem piştî fitarê hem jî piştî paşîvê şûştina diranan, bikaranîna benê diranan û paqijkirina bi ava dev girîngiyeke mezin hildigire. Tedawiyên diranan di sepandina rûtîn de bi anesteziya herêmî (lokal) tên kirin."
"Pêşniyarên firçekirina rast û xwarinê"
Guler, awayê lênêrîna dev û diranan bi van gotinan şirove kir:
"Divê bi kêmanî nîv saet piştî fitarê, bi kêmanî du deqîqeyan bi firçeyeke nîv-hişk (orta sertlikte) her aliyê diranan were firçekirin. Piştre bi benê diranan û firçeyên navbera diranan navbera diranan werin paqijkirin. Divê heman kirarî piştî paşîvê jî werin sepandin. Ji ber ku dema xwarinê ya kesên rojîdar kêm e, kalîteya xwarinê jî girîng e. Divê sebze û fêkî zêde werin xwarin û bi mîqdara pêdivî şilemenî (av û vexwarin) werin girtin. Nexasim di navbera fitar û paşîvê de divê ava zêde bê vexwarin. Ji ber ku vexwarinên asîdî dibin sedema xurîna diranan, divê mirov bi qasî ku dikare jê dûr bikeve an jî bi pipetê vexwe. Piştî xwarinên şîrîn û şekirî jî, divê diran teqez werin firçekirin."
"Klînîk piştî fitarê jî xizmetê didin"
Guler destnîşan kir ku di dema pirsgirêkên muhtemel ên diranan de divê dem neyê windakirin û weha axivî:
"Wekî xala dawî, tê pêşniyarkirin ku welatî di dema rojiyê de jî lênêrîna dev û diranan îhmal nekin. Gava êşa diranan an jî rewşeke neyînî çêbibe, divê berî fitarê an jî piştî fitarê serî li navenda herî nêz a tenduristiya dev û diranan bixin. Di meha Remezanê de klînîkên diranan piştî fitarê jî xizmetê didin."