Çima zekat bi taybetî di meha Remezanê têne dayîn?

Lijneya Fetwayê diyar kir ku; 'Di Quran û sunnetê de hatiye destnîşankirin ku meha Remezanê li gorî mehên din xwedî hinek feyde û mezyetan e. Bi taybetî bi anîna wextê zekatê ya di vê mehê de, tê hêvîkirin ku sewabên zêdetir werin bidestxistin.

Ji bo îbadeta zekatê ya ku Allah Teala ferz kiriye, bi taybetî meha Remezanê tê hilbijartin. Heta hinek mirov, her çend salek bi ser malê wan re derbas nebûbe jî, tenê ji ber hatina Remezanê zekata xwe di vê mehê de didin. Ji bo vê yekê hinek sedemên dînî û civakî hene. Hinek ji wan ev in;

• Di Quran û sunnetê de hatiye destnîşankirin ku meha Remezanê li gorî mehên din xwedî hinek feyde û mezyetan e. Bi anîna wextê zekatê ya di vê mehê de, tê hêvîkirin ku sewabên zêdetir werin bidestxistin. Li gorî rîwayeta ji Îbn Abbas (radiyallahu anhuma), dema meha Remezanê dihat Resûlê Xwedê (aleyhissalatu vesselam) pir comerd dibû (Buharî, Bed’ül-Vahy No: 6; Muslim, Fedâil 50, No: 2308). Îmam Newewî, li ser bingeha vî hedîsî diyar dike ku di rojên rojiyê de comerdîbûna zêdetir musteheb e (Şerhu Muslim XV, 79).

• Mezyeteke din a vê meha pîroz jî bereketa ku di nav xwe de dihewîne ye. Bi vî awayî ji ber rojiyê, dewlemend û feqîr dikevin heman astê û rewşa xizanan bêtir tê hîskirin. Anîna wextê zekatê ya di vê mehê de, bereketa navborî bêtir zêde dike. Her wiha amadekariya ji bo cejna ku piştî Remezanê tê, di nav gel de yek ji sedemên dayîna zekatê ya di vê mehê de ye.

• Belkî em pê ne hesiyabin, lê bi edakirina zekatê ya di meha Remezanê de, em vê îbadetê di wextê wê yê resen de tînin cih. Lewra di pirtûkên fiqhê de hatiye nivîsandin ku divê bi ser malê ku gihîştiye nîsaba zekatê re, saleke kamil derbas bibe. Sal ne li gorî teqwîma mîladî, li gorî teqwîma qemerî tê hesabkirin. Ev jî nîşan dide ku zekat her sal mîna rojiyê deh rojan ber bi paş ve tê. Nexwe, kesên ku nikarin vê hesabê bikin an jî pê nizanin, bi wesîleya meha Remezanê zekatên xwe di wextê wê yê tam de eda dikin.

• Mayîna zekatê di mehekî diyarkirî (sabit) de, ji mayîna wê ya di mehên cuda de biîsabetir e. Lewra dema ku wezîfedarên zekatê her dem di heman wextê de bi vî karî re mijûl bibin; ev yek ji bo dewletê, ji bo zekatderan û ji bo feqîran, di warê civakî de gelek feydeyan di nav xwe de dihewîne.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de mabênê seyyar-roştoxan u zabitan de gerginên ameye binayene
Çemên ku di nav gundên Çinarê re derbas dibin
Li Çinarê nimêja terewîhan a bi xetmê wê di Mizgefta Kesk a Navendî de were kirin.
Li Rihayê ji bona ku Kurdî di dersan de were bijartin bang hat kirin
Projeya sîstema rêya hesinî ya Diyarbekirê anî rojeva Meclîsê