Çîn: Em serbixwebûna her dewlet û yekîta axa wan diparêzin

Wezareta Karûbarên Derve ya Çînê derbarê êrîşa li Sûrîyeyê hat rastkirin de îfade kir ku êrîşên tên kirin yek alîye û li dijî biryarên Neteweyên Yekbûyî û li hêla din jî hiqûqê navdewletî tê îxlalkirin.

Wezareta Karûbarên Derve ya Çînê, derbarê êrîşa ku bi pîşîvanîya kûalîsyona Emerîka, Îngîltere û Frensa de daxuyanî da. Di daxuyanîya hat kirin de cîh hat dayîn van agahîyan: “Em di têkiliyên navneteweyî de li dijî bikaranîna quwetê nin û em yekîta ax û serbixwebûna her dewlet û mafê desthilatdarî ya wam diparêzin.”   

Berdevka Wezareta Karûbarên Derve ya Çînê Hua Çunyîngê, destnîşan kir ku operasyonên leşkerî hiqûqê navdewletî îxlal dike û di mijara Sûrî de wê rewşê xetertir bike û wiha got: “Em bangî her dû hêlan dikin bila rîayetê hiqûqê navneteweyî bikin û pirsgirêkan di çarçoveya gotebêjên sîyasî de çareser bikin. Em dixwazin ku îdîayên Sûrîyeyê çekên kîmyewî bikar anîye bi awakî adil bêalî û gelemperî bê vekolîn kirine, em vê yekê diparêzin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin