Cîsimekî nenas li gundê Diyarbekirê ket: Lêkolîna tîman berdewam dike

Li gundê navçeya Rezan a Diyarbekirê, ketina cisimekî ku çavkaniya wê hê nehatiye zanîn bû sedema tirs û fikarê. Lêkolîna tîmên pispor berdewam dike.

Bûyer, li gundê Hêgecugê yê ser bi navçeya navendî ya Rezan (Bağlar) qewimî. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di saetên nîvro de cisimekî ku hê nayê zanîn çi ye, nêzî mala Mehmet Şah Atli kete erdê.

Li ser agahdarkirinê; tîmên cendirme, tenduristî, AFAD û pispor sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li herêma ku tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin, tîmên cendirmeyan rê nedan ku kes bikeve qada navborî.

Hê nehatiye zanîn ka ew cisim çi ye, lê lêkolînên tîman berdewam dikin. Tê texmînkirin ku ew cisim parçeyekî mûhîmatê ye.

Yek ji şahidên bûyerê, gundiyê bi navê Mihemed Atman, diyar kir ku dema wî pezê xwe diçerand, ditiye ku cisimek ji jor de diheliye û dikeve erdê; lê ew nêzî cisim nebûye û piştre agahî dane tîman.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno