Civîna li ser Sûrîyeyê li Urdunê dest pê kir

Civîna wezîrên derve yên li Aqaba ya Urdinê ji bo gotûbêjkirina geşedanên Sûrîyeyê dest pê kir.

Wezîrên Karên Derve yên Urdin, Tirkiye, Emrîka, Erebîstana Siûdî, Iraq, Lubnan û Misirê û nûnerên YE û Neteweyên Yekbûyî beşdarî civîna ku bi mazûvanîya Urdinê tê kirin.

Tê texmînkirin ku piştî hevdîtinan civîneke hevpar a çapemenîyê li ser asta wezîrên derve were lidarxistin.

Komîteya Têkiliyên Wezîrên Erebî ku bi biryara Komkara Erebî li ser vexwendina Urdinê ji bo Sûrîyeyê hatîye avakirin û ji Urdun, Erebistana Siûdî, Iraq, Lubnan, Misir û Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî pêk tê. Wezîrên Karên Derve yên Îmarat, Behreyn û Qeterê di 12ê Kanûnê de li Aqabayê civîneke herêmî li dar xistin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê