Ciwanê birîndar Qur’ana Kerîm ji destê xwe berneda

Ciwanê ku di qezayê de birîndar bû Qur’ana Kerîm ji destê xwe berneda.

Îro otobuseke rêwîyan a ku ji Stenbolê ber bi Hewlêrê ve diçû li Silopîya Şirnexê gindirî şarampolê. Di qezaya ku pêk hat de 9 kes jiyana xwe ji dest dan û 38 kes jî birîndar bûn.

Li cihê qezayê dîmenek bala nûçegihanan kişand li ser xwe. Xortekî ku rêwî bû di qezayê de birîndar bûbû digel halê xwe yê birîndarî Qur’ana Kerîm a di destê xwe de berneda.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansên ku hatin cihê bûyerê hatin rakirin nexweşxanê.

Di qezaya ku 9 kes tê de birîndar bûn xorteke ku sola wî ji ber qezayê ji piyên wî derketibû û birîndar bûbû bi alîkarîya leşkerê ku hatibû cihê qezayê ji cihê bûyerê hat dûrxistin. Di dema dûrbûna ji cihê qezayê de xortê birîndar heta jê hat digel halê xwe yê birîndarbûyî Qur’ana Kerîm ji destê xwe berneda ku ev yek jî balan kişand li ser xwe.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin