Cizîr ji ber germahîyê dikele

Li gelek bajaran hewa îsal gellekî germ e. Cizîra Botan jî ji ber germahiyê êdî dikele.

Li temamî Tirkîyeyê hewa gellekî germ e û ev germahî dewam dike.

Li navçeya Cizîra Şirnexê hewa pirtir germ e û rojên herî germ hêj berdewam dike.

Li navçeya Cizîrê di saetên serê sibehê de roj rûyê xwe yê germ nîşan dide û tu kes nikare derbikeve derve.

Di saetên nîvroyê de jî kolan û cedde bi temamî vala dibin ji ber germahiyê.

Dikandaran li ser dikanên xwe nivîsandin ku ji ber germahiya zêde em girtîne.

Ji ber germahiya zêde xelkê Cizîrê, der û dora xaniyê xwe bi taybetî li ber derîyên xwe bi xortiman şil dikin da ku hênik be. Zarok jî bi avê dileyîzin û bi vî şeklî hewla xelasbûna ji germahiya zêde didin

Xebatkarên ku mecbûr in di germahiya zêde de bixebitin gellekî zêde zehmetiyan dikşînin.

Dikandarên Cizîrê îfade kirin ku hewa gellekî germ e û ji ber germahiyê em nikarin derkevin derve.

Li Diyarbekirê jî termometre 49 dereceyan nîşan da.

Xebatkarên ku di bin germahiya zêde de mecbûr in ku bixebitin rojên bi zor û zehmet dikşînin.

Karkerên ku di înşaatan de dixebitin, gelek saetan di bin germahiya tavê de xebatên xwe dewam dikin.

Gelek malzemeyên hesinî û beton di bin germahiya zêde de germ dibin û bi xeter û tehlûke dibin. Ji bo xebatkaran jî îmkana sîyê gellekî hindik û sînordar e. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno