Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike

Weqfa Evîndarên Pêxember ku her sal di meha Nîsanê de bernameyên Mewlûda Nebî li dar dixe, vê roja Yekşema hatî jî li Edene, Wan û Stenbolê mîtîngek mezin tertîp dike.

Weqfa Evîndarên Pêxember ragihand ku ew ê roja Yekşemê 26ê Nîsanê li Edeneyê çalakiyek bi navê Mewlîda li dar bixe.

Çalakî wê saet 16:00an de li Parqa Navendî, li ber Mizgefta Navendî pêk were.

Koordînatorê Edeneyê yê rêxistina Evîndarên Pêxember Orhan Erkuş, derbarê bernameyê de axivî.

Erkuş hemû xelkê Edeneyê dawetî çalakiyê kir û peyama yekîtî, wehdet û biratiyê da û diyar kir ku şopandina mînaka Hezretî Muhammed ji bo mirovahiyê rêyek xilasiyê ye.

"Em hemû gelê xwe yê ku ji Pêxember hez dike dawetî bernameyê dikin"

Orhan Erkuş wiha got, "Wekî Weqfa Evîndarên Pêxember, em vê dawiya hefteyê, roja Yekşemê 26ê Nîsanê, saet 4:00ê piştî nîvro li Parqa Navendî li ber Mizgefta Navendî çalakiyek Mewlûda Nebî li dar dixin. Em hemû xelkê Edeneyê yên ku ji Pêxember hez dikin dawetî bernameyê dikin."

Wan

Amadekariyên çalakiya Mewlûda Nebî ya ku dê roja Yekşemê ya bê li Wanê were lidarxistin, bi lez û bez berdewam dikin û Ofîsa Kordînasyona Bajarê Wanê ya Weqfa Evîndarên Pêxember civînek agahdarkirinê bi çapemeniyê re li dar xist.

Bernameya ku dê roja Yekşemê 26ê Nîsanê saet 13:00an de li Meydana Kent were lidarxistin, wekî her sal, îsal jî dê bi deh hezaran kes beşdarî bernameyê bibin.

Ahmet Faruk Çevîk, Koordînatorê Parêzgeha Wanê yê Weqfa Evîndarên Pêxember, beriya çalakiyê ji çapemeniyê re axivî û got, “Em roja Yekşemê saet 13:30an li qada çalakiyê ya Meydana Bajarê Wanê li benda hemû xelkê Wanê yên ku ji Pêxember hez dikin in.

Werin em bihareke Muhemmedanî bînin bajarê me yê Wanê. Werin em vê evînê li her kolanekê, her malekê, her dikanekê zindî bihêlin, jidayikbûna Pêxemberê xwe pîroz bikin. Amadekariyên me berdewam dikin. Hûn jî dikarin bibin beşek ji van amadekariyan. Em li benda piştgiriya we ne. Em li benda beşdariya we ne." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin
Daxwaza piştgiriya leşkerî ji bo Filoya Sumudê dike