Cotkarên Çinarê ji Ceryana Dîcleyê re bertek nîşan dan: Em nikarin vê deynî bidin

Gundîyên Barê ya Çinara Dîyarbekirê, ji ber ku deynê wan zêde hatîye nivîsandin li ber Midûrtîya Bajar ê Ceryana Dîcleyê civîyan û bertekên xwe nîşan dan.

Li Dîyarbekirê pêrsgirêkên ceryanê gellekî zêde bûye. Hem ceryan tê qutkirin û hem jî fatûreyên ceryanê gellekî zêde tên.

Gundîyên gundê Barê ya Çinara Dîyarbekirê ji ber deynên ceryanê û birînên qutbûnê yên kêfî, çûn ber Midûriyeta Dîcleya Dîyarbekirê û bertek nîşan dan.

Li ser qalkirina mexdûrîyetê Serokê Navçeya Kayapinarê yê HUDA PARê Alî Bîlmez û lijneya pê re jî hatin herêmê.

Serokê Navçeya Kayapinara Dîyarbekirê Alî Bîlmez û lijneya pê re çûn herêmê û derdên cotkaran gohdar kirin.

Bîlmez dûre daxuyanî da û weha got:

“Tê îddîakirin ku Dîcle Enerjî bi kêfî, fatûre nehatibe dayîn, cezayan dibire. Tê gotin ku sebeba vê yekê jî deynên qaçax ên der û dorê ne ku ji van cotkaran re tê birîn. Çima gelo weha ye. Me derdê cotkarên xwe gohdar kir. Cotkarên me dibêjin ku bila komîsyonek bê ava kirin, bila ev pirsgirêka me ya enerjiyê bê çareserkirin. Belê pirsgirêka qutbûna birîna ceryanê di wexta hesadê de nayê qebûlkirin. Mexdûriyet û zirarên mezin çêdibe. Li gundan nexweş hene. Bê ceryan nabe. Divê tavilê hikûmet û rayedar û mesûl vê pirsgirêkê çareser bikin. Em jî wek HUDA PARê bang dikin ku bila komîsyonek ji bo çareseriyê bê avakirin. Wê çaxê emê jî ji bo pirsgirêka van mexdûran, têkevin binê bar. Emê vê yekê hertim teqîp bikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar