Çûkên Mozê Kesk beriya koça payîzê li Diyarbekirê hatin wêneyîkirin

Li Diyarbekirê Çûkên Mozê Kesk (Merops persicus) ku kêm rastî wan tê hewandin, beriya koça payîzê li derdora Gola Bendava Devegeçidiyê bi komî hatin wêneyîkirin (dîtin).

Li Diyarbekirê Çûkên Mozê Kesk (Merops persicus) ku kêm rastî wan tê hewandin, beriya koça payîzê li derdora Gola Bendava Devegeçidiyê bi komî hatin wêneyîkirin (dîtin). Ev çûkên ku bi rengên xwe yên mîna zimrûdê û bi bifirîna xwe ya akrobatîk balê dikişînin, ji aliyê wênegirê xweşengiyê (siruştê) Veysi Arcagök ve hatin qeydkirin.

Ji ber ku sala borî baran pir barî û astên avê li Gola Bendava Devegeçidiyê bilind bûn, ev rewş îsal li ser cihêrengiya çûkên li herêmê jî xwe da der. Di serdemê havînê de li golê û qadên avî yên li derdora wê gelek cureyên cûda yên çûkan hatin dîtin, û Çûkên Mozê Kesk jî beriya koçê li herêmê bi komî hatin wêneyîkirin.

Çûkên koçber ên ku beriya koça payîzê dê ber bi başûr ve biçin, di qadên guncav ên li ser rêgezên xwe yên koçê de ji bo demekê radiwestin. Zeviyên zongî (golet) û golaqên piçûk ên li derdora Gola Bendava Devegeçidiyê jî ji bo van çûkan di nav qadên giring ên xwedîkirin û bêhnvedanê de cih digirin.

Çûkên Mozên Kesk ku bi rengên xwe yên zînde yên mîna zimrûdê derdikevin pêş, li Tirkiyeyê li herêmên bi sînor tên dîtin. Ev çûkên ku bi bifirîna xwe ya akrobatîk balê dikişînin, bi piranî bi mêş û mûrên (kêzikên) ku difirin xwe xwedî dikin.

Çûkên Mozên Kesk ku nêçîra xwe bi manevrayên nişkêve û sivik ên ku li hewayê dikin digirin, beriya koçê bi liv û tevgera xwe bal û eleqeya çavdêrên siruştê dikişînin ser xwe.

Wêneyîkirina wan a bi komî li Diyarbekirê, giringiya qadên avî yên ku li bajêr hene ji bo çûkên koçber careke din derxist holê.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de operasyon de madoxu ke girewte ra hirê kesi qefiliyayi
Êşa serî ya ji nişkêve û pir tund sivik nebînin!
Qada çopê ji bo çandiniyê xetereyê çêdike
Jinek bi giranî birîndar bû
"Em li Tirkiyeyê "Pêvajoya Bê Faîz" bidin destpêkirin