“Dadgeha Qanûna Bingehî sînorên hiqûqî derbas kiriye”

Alîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag, destnîşan kir ku Dadgeha Qanûna Bingehî sînorên qanûnan derbas kiriye.

Alîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag li ser malpera xwe ya civakî ya Twîtterê derbarê biryara Dadgeha Qanûna Bingehî de îfade kir ku Dadgeha Qanûna Bingehî sînorê yasayên qanûna esasî derbas kiriye.

Bozdag destnîşan kir di qanûna esasî û di qanûnên din de serlêdanên ferdî ne di qontrola Dadgeha Qanûna Bingehî ya Bilind de ye. Serlêdanên ferdî çawa Dadgeha Qanûna Bingehî bi hêz û qûwet dike di warê mafên azadiyê de jî dadgehek zaf girîng e.

Bozdag di berdewama beyanata xwe de wisa got: “Dema Dadgeha Qanûna Bingehî di warê serlêdanên ferdî de biryarekê bide lazime wan biryaran li gor rê û rêbaza qanûna bingehî biryaran bide. Dadgeha Qanûna Bingehî nikare sînorên hiqûqê derbas bike. Nikare wek dadgeha temyîzê hereket bike. Nikare wek ne girêdaye bi tu biryara ye û li gor xwe biryaran bide. Dadgeha Qanûna Bingehî bi biryara Alpay û Altan sînorê qanûna bingehî û yên qanûnên din binpê kiriye û xwe xistiye şûna dadgeha eslî û li gor xwê biryar daye.”

Bozdag di dawiya beyanata xwe de îfade kir ku wezîfa Dadgeha Qanûna Bingehî bikaranîna qanûna esasî û qanûnê din bi cî kirine û wiha got: “Dadgeha Qanûna Bingehî wê serdêdanên ferdî vekolîn bike û bi birayrekê re girêde, ew nikare wek dadgeha temyîzê an wek dadgeha super temyîzê hereket bike û li gor wê biryaran bide. Biryara Dadgeha Qanûna Bingehî ya di heqê Alpay û Altan de wek ya Can Dundar biryarekê nebaş û xelete. Dadgeha Qanûna Bingehî li gor bertîlan biryara nade. Wezîfa Dadgeha Qanûna Bingehî li gor qanûna esasî û qanûnên din biryaran bide ye. (ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çeteyên îşxalê heta serê sibehê Refah bombe kir
Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 35 hezar û 303
Rejîma sîyonîst li Xezzeyê ji 100î zêdetir alim û akademîsyen şehîd kirin
Evîndarên Pêxember: Divê dev ji zimanê mehkûmiyetê berdin, stratejiyên rast bên meşandin
Qursa Qur'anê ya zarokan hat girtin