Danîmarka: Gronlanda nayê firotin

Serokwezîrê Danîmarkayê Mette Fredriksen diyar kir ku Gronland beşek ji Danîmarkayê ye û nayê firotin.

Berîya Lûtkeya nefermî ya Lîderan a Yekîtiya Ewropayê (YE) ku li Bruksela paytexta Belçîkayê hat lidarxistin, Serokwezîrê Danîmarkayê Mette Fredriksen li ser daxuyanîyên Serokê Emrîkayê Donald Trump ên ku gotibû Emrîka dixwaze Gronlandê bikire axivî.

Fredriksen derheqê daxuyanîyên Serokê Emrîkayê Donald Trûmp ku gotibû Emrîka dixwaze Gronlandê bikire de jî got, “Gronlanda îro parçeyek ji Danîmarkayê ye, parçeyek ji axa me ye û nayê firotin.”

Fredriksen got ku ew bi nêrîna Emrîkayê ya ku di warê ewlehî û parastinê de herêma Arktîkê her ku diçe girîngtir dibe qebûl dike û weha got: "Eger ewlekarîya herêma me be, em dikarin rêyekî bibînin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê