“Darbeya 15ê Tîrmehê bo makeqanûna sekuler a Tirkîyê bê parastin hat kirin”

John Boltonê ku ji teref Serokê Amerîka Donald Trump ve wek Şewirmendê Ewlehîya Neteweyî hat tayînkirin şeva darbê diyar kir“Darbeya 15ê Tîrmehê bo makeqanûna sekuler a Tirkîyê bê parastin hat kirin.”

Derket holê John Boltonê ku ji teref Serokê Amerîka Donald Trump ve wek Şewirmendê Ewlehîya Neteweyî hat tayînkirin derbarê teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê de diyar kiriye “Darbeya 15ê Tîrmehê bo makeqanûna sekuler a Tirkîyê bê parastin hat kirin.”

Bolton her wisa di daxuyanîya ku şeva darbê dabû de Erdogan bi “Îslamkirina” Tirkîyê sûcdar kir.

Boltonê ku şeva darbê ji qanala FoxNews a ku li Amerîka weşanê dike re axivî diyar kir “Makeqanûna Tirkîyê arteş wezîfedar kiriye da ku laîkbûna dewletê biparêzin. Serokomar Erdogan jî bo wê laîkbûna dewletê hilweşîne çi tişt ji destên wî tên dike. Ger darbe bi ser ketibana  ew ê hewldanên Erdogan bi dawî bûba. Lê heger Erdogan bi ser keve  wê demê dê demajoya Îslambûnê dê bileztir bibe û berdewam bike.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e