Darê behîvan di meha çileyê de kulîlk vekirin

Li Mêrdînê ji ber ku hewa zêde germ bûn darê behîvan zû kulîlk vekirin, kesên ku di meha çileyê de vekirina kulîlkan dîtin ecêbmayî man.

Darên behîvan ên ku her sal di mehên adar û nîsanê de kulîlk vedikirin îsal li Mêrdînê ji ber hewayên germ di meha çileyê de kulîlk vekirin. Kesên ku ji vekirina kulîlkan ên darên behîvan re bûn şahid ecêbmayî man.

“Sala borî di van wextan de berf hebû, lê niha dar kulîlk vekirine”

Kesên bi  navê Abdulkadîr Bingolê ku derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî destnîşan kir ew cara ewil li rasta tiştekî wisa tê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Demsala zivistanê ne demsala vekirina kulîlkên daran e. Ji ber vê yekê millet hebikî diltirs e. Weke ku tê zanîn em derketin dia baranê. Lê heftîya dawî baran barîya. Sala borî di van wextan de berf hebû, rê girtîbûn. lê niha hewa pir xweş e û dar kulîlk vekirine. Ev rewşeke baş nîne.”

Welatîyê bi navê Mehmet Bingol jî derbarê mijarê de diyar kir germbûn ji alîyekî ve baş e û ji alîyekî ve nebaş e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev rewş însanan diltirs dike. Barana ku vê heftîya dawî barîya piçekî dilê me rihet kir. Lê belê sala borî li van deran berf hebû. Encax niha darên behîvan kulîlk vekirine ku ev jî tiştekî ecêb e.”

ÎLKHA






























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

34 mirî, 5 hezar û 635 birîndar
Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç ziyaret kirin
Li Entelyayê di mezinahîya 4,3yan de erdhej
Weqfa Sêwîyan li Wanê alîkariya cil û bergan kir
Agirê ku li Êlihê di malekê de derketibû ji aliyê xelkê deverê ve hate vemirandin