Daxuyaniya hevbeş a Qeter û Misrê: Dem hatiye şerê li Xezzeyê bi dawî bibe

Qeter û Misirê biryara Hamasê ya berdana êsîrê Emrîkayî wekî "jesteke niyeta baş" bi nav kirin. Herdu welatan banga vegera danûstandinan li Xezzeyê ji bo agirbesteke berfireh kirin.

Qeter û Misrê derbarê hewldanên dîplomatîk ên ji bo bidawîkirina krîza mirovî ya li Xezzeyê de daxuyaniyek hevbeş weşandin.

Di daxuyaniyê de tekez li ser wê yekê hat kirin ku her du welat bi hevrêziya bi Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê re hewlên xwe yên navbeynkariyê didomînin û hat gotin, "Hewldanên me ji bo sivikkirina êşa sîvîlan û vekirina rê li ber agirbestek berfireh bênavber berdewam dikin."

Di daxuyaniyê de behsa biryara Hamasê ya ji bo berdana êsîrê Emrîkayî Eydan Alexander jî hat kirin û hat gotin ku ev gav "destpêşxeriya niyeta baş" û "pêşkeftinek teşwîqker ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinên agirbestê" ye.

Qeter û Misrê tekez kirin ku divê şerê li Xezzeyê di zûtirîn dem de bi dawî bibe û gotin, "Ji bo pêşîgirtina li kûrbûna karesata mirovî li herêmê, divê şer bi lez bi dawî bibe. Em hemû aliyan vedixwînin ku bi niyetek rast û bi biryardarî ber bi aştiyeke mayînde ve biçin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno