Pîreka ku li Entabê aqil avêt bi kêrê du zarokên xwe yên ku temena wan 2 û 4 bû kuşt û xwe ji qeta duyemîn avêt. Pîreka ku giran birîndar bû hat rakirin lênerîna giran.
Bûyer doh êvarî li taxa Cerîtyenîyapan navçeya Şehîtkamîla Entabê pêk hat. Li gor îddîayan di navbera Ozlem Karacaioglu û xwesûwa wê de ji ber sedemeke ku nayê zanîn nîqaş derket.
Ji ber mezinbûna nîqaşê Ozlem Karacalioglu aqil avêt û ji mitbaxê rahişte kêrê û êrîş bir li ser zarokên xwe yên bi navê Mustafa(4) û Ayşe(2). Karacaliogluya ku bi derbeyên kêrê zarokên xwe kuşt ji qeta duduwan xwe avêt xwarê.
Pîreka ku giran birîndar bû hat rakirin nexweşxanê. Bav Cuma Karaçaliogluyê ku bi bûyerê hisîya hat cihê bûyerê û ji ber bûyerê xwe winda kir.(ÎLKHA)