DEDAŞ ceyrana cotkarê deyndar di bin kontrola cendirmeyan de qut kir

DEDAŞ li çoltera Mêrdînê di bin kontrola cendirmeyan de dest bi qutkirina ceyrana cotkarên deyndar kir.

Dîcle EDAŞ berî vê heftîyekê li çoltera Mêrdînê kesên ku deynê wan hebûn û tunebûn hema ji berê ve ceyranê temamê şênîyan qut kir. Ji ber vê yekê şênîyan bertek ji rewşê re nîşan dan. DEDAŞ ji ber vê berteka ku hat nîşandan di bin kontrola cendirmeyan de dest bi qutkirina ceyrana kesên ku deynên wan heye kir û destnîşan kir piştî ku ceyrana kesên ku deynê wan hene hat qutkirin re ew ê ceyran bên berdan.

Mixtarê Gundê Êrradê  Mahmut Saridax derbarê mijarê de diyar kir di wexteke ku lê pêdivîya cotkaran herî zêde bi ceyranê heye qutkirinên ceyranan nayê qebûlkirin û ji rewşê re bertek nîşan da.

Saridax di berdewama axavtina xwe de diyar kir DEDAŞ di bin kontrola cendirmeyan de dest bi qutkirina ceyrana kesên ku nikarin deynên xwe bidin kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez bawer dikim cotkarekî ku karibana deynê xwe bide naxwaze xwe bixe nava zehmetîyê. Cotkar gubre, tov û temamê hebûna xwe reşandiye nava axê; lê belê hinek kes di vê heyama bi zehmet li pey  keysperestîyê ne. Xweda ji vî milletî re bibe alîkar. DEDAŞ dikaribû erdên xwe neçînin, ew ê ceyran bên qutkirin. Yan jî dikaribû hetanî wextê paleyîyê bisekine.”

Midûrê Giştî yê Diyarbekirê yê Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîclê yê ku me pê re derbarê mijarê de hevpeyvîn kir derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku ewlehîya canê me tuneye em nikarin li sehayê bixebitin û nikaribûn ceyrana kesên deyndar qut bikin. Niha piştî ku ceyrana kesên deyndar hat qutkirin ew ê ceyran bên berdan.

ÎLKHA


















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin