Diyetisyen Necmettin Altundağ ku li Navenda Jiyana Saxlem a 19ê Gulanê ya Batmanê (Batman 19 Mayıs Sağlıklı Hayat Merkezi) wezîfedar e, derbarê bandorên rojiya meha Remezanê yên li ser tenduristiya mirovan de, ji nûçegihanê ÎLKHAyê re nirxandinên girîng kirin.
Altundağ destnîşan kir ku rojî hem di asta metabolîk û hem jî di asta şaneyan de feydeyên girîng peyda dike û tekez kir ku divê ev pêvajo bi hişmendî derbas bibe.
Altundağ diyar kir ku gelek feydeyên rojiyê ji bo laş hene û weha got: "Rojiya Remezanê ji bo laş gelek feydeyan peyda dike. Yek ji van a yekem, daxistina berxwedana însulînê (insülin direnci) ya di laşê me de ye. Bi saya birçîbûna di Remezanê de, ji ber ku derdana însulînê ji bo demekê disakine, berxwedana me ya însulînê tê wê asta ku divê lê be."
"Bi saya otofajiyê paqijiya şaneyan tê kirin"
Altundağ diyar kir ku di pêvajoya rojiyê de mekanîzmaya otofajiyê dikeve dewrê û paqijiya şaneyan pêk tê û weha got: "Di dema rojiyê de bi saya otofajiyê paqijiya şaneyan teqez tê kirin. Di vê pêvajoyê de pergala me ya herisê bêhnê vedide û çalakiyên herisê hêsantir dibin."
"Windakirina kîloyan a saxlem û hevseng pêk tê"
Altundağ destnîşan kir ku di birçîbûna demdirêj de laş wekî çavkaniya enerjiyê dest bi bikaranîna bezan (rûnan) dike û ev yek piştgiriya windakirina kîloyan a saxlem dike.
Altundağ got: "Bi saya birçîbûna demdirêj, ji ber ku ji derve enerjî nayê girtin, bezên zêde yên di laşê me de dest bi şewitandinê dikin. Bi vê sayeyê windakirina kîloyan bi awayekî saxlem pêk tê. Ji ber ku windakirina proteîn û masûlkeyan çênabe, laş di formeke saxlem de kîloyan dide. Her wiha, ev dema birçîbûnê dê ji bo tendurustiya mejiyê me jî bibe piştgir."
"Di dema rojiyê de pergala me ya herisê bêhnê vedide"
Altundağ destnîşan kir ku di dema rojiyê de herî zêde pergala herisê bêhnê vedide û ev rewş laş digihîne avahiyeke saxlemtir. Altundağ got, "Dema mirov rojiyê digire, bi bingehîn pergala me ya herisê bêhnê vedide" û weha daxuyand: "Bi vekişîna sîstemê ya ji bo bêhnvedanê di demeke diyarkirî de, laş digihîje avahiyeke saxlemtir."
"Lêkolîn piştgiriya pergala otofajiyê dikin"
Altundağ da zanîn ku lêkolînên salên dawî bi taybetî li ser otofajiyê hûr bûne û diyar kir ku ev pêvajo nûbûna şaneyan pêk tîne. Altundağ weha got:
"Gelek lêkolînên ku di salên dawî de hatine kirin, van agahiyan piştrast dikin. Mijara ku herî zêde li ser tê sekinandin sîstema otofajiyê ye. Otofajî; bi saya birçîbûna demdirêj, avêtina bermayî û maddeyên zerarber ên ku di şaneyê de civiyane ye. Bi vî awayî laş xwe nû dike û ji bermayiyên zerarber rizgar dibe."
"Pergala parastinê xurt dibe"
Altundağ diyar kir ku rojîgirtin pergala parastinê (immun) jî xurt dike û weha got: "Rojî pergala parastinê jî xurt dike. Bi saya avêtina radîkalên azad ên zerarber û bermayiyên di laşê me de, laş digihîje avahiyeke xurtir û bergirîya (parastina) xwe zêde dike."
"Pergala parastinê xurt dibe"
Altundağ diyar kir ku rojîgirtin pergala parastinê (immun) jî xurt dike û weha got: "Rojî pergala parastinê jî xurt dike. Bi saya avêtina radîkalên azad ên zerarber û bermayiyên di laşê me de, laş digihîje avahiyeke xurtir û bergirîya (parastina) xwe zêde dike."
"Komên rîskê divê di bin kontrola doktor de bin"
Altundağ destnîşan kir ku divê welatiyên bi nexweşiyên kronîk re baldar bin û axaftina xwe weha bi dawî kir:
"Welatiyên me yên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene, divê di dema rojîgirtinê de baldar bin û teqez bi şîreta doktorê xwe tevbigerin. Bi taybetî ev kom di bin rîskê de ne: Nexweşên ku însulînê bi kar tînin, yên ku kêşeya têkçûna dil (kalp yetmezliği) hene, nexweşên tansiyona bilind (hîpertansiyon), welatiyên ser 70 salî re û kesên ku nexweşiyên wan ên psîkyatrîk hene. Divê ev kes vê pêvajoyê teqez di bin kontrola doktor de bimeşînin. Werin em meha Remezanê hem bi parastina tendurustiya xwe û hem jî bi cîhanîna wezîfeyên xwe yên dînî bi awayekî xweş derbas bikin."