Demîr: Jîyandina ziman û kevneşopîya Kurdî ji bo me wek wezîfe û mesulîyetekî ye

Sekreterê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, li Meclîsê daxuyanîya çapemenîyê li dar xist, Demîr derheqê dersên bijarte yê Kurmancî û Zazakî de nirxandinan kir.

Demîr diyar kir ku ew ji bona ku dersên bijarte yê “Kurmancî û Zazakî” bên tercîhkirin kampanyayekî dane destpêkirin.

Demîr derheqê meseleyê de weha got:

“Ev kampanyaya me ya ku digel xebatên tehkîrkirina derdorên malum ên ku ji neçaresertîyê pirsgirêkan xwedî dibin dabû destpêkirin, ji teref Kurdan ve bi kêfxweşî û teqdîrekî mezin hat pêşwazîkirin. Armanca kampanyaya me; hînkirina Kurmancî û Zazakîya me ya ku ji tunekirinê hatibû terkkirin, di warê vejînkirin û hişyarkirina civakê de cudahîyekî ye. Bi tevî vêya me armanc dikir ku bila pêşîya tunebûna çand, kevneşopî û nirxên civakê bê girtin. Bila wan kesên ku bi çavnebarîyê li kampanyaya me dinhêrin û bi sedemên beredayî li hember derdikevin û li hember partîya me hezeyanan dikin baş zanibin ku; tu alîyekî qebûlkirina redkirin û înkarkirina statû û rewşa fermî ya zimanê Kurdî ku zimanekî bi milyonan însan bê diaxivin e tineye. Rewşa ev dersê ku wek ‘Bijarte’ ye tiştekî sembolîk e lê tu alîyekî heqîyê ya nenirxandina vê meseleyê jî tineye.”

Demîr di berdewama axavtina xwe de weha destnîşan kir, “Em dixwazin ku hem ziman û hem jî çand bê jîyankirin û hem jî bila ji mamosteyên me yên Kurdî re beşa îstîhdamê bê vekirin.” Dûre Demîr axavtina xwe weha dawî kir:

“Dibêjin xwendekarên ku dersên Kurdî dibijêrin tinene ji ber vê yekê mamosteyên me nayên tayînkirin. Em dixwazin ku wan bijarteyan zêde bikin û ji tayînkirina mamosteyên xwe re beşekî vebikin. Em zêdekirina eleqeyê a ji bo dersên Kurmancî û Zazakî wek wezîfe û mesulîyetekî dibînin. Rewşa me xeyn ji vêya tiştekî nîne, lê sekin û hereketên wan kesên ku zimanê Kurdî û çanda Kurdî ji bona îdeolojîya xwe wek amûrekî îstîsmarê bikardianîtin û bi vê şeklê ji bo îdeolojîya xwe feydeyê didîtin bi rastî jî me pir şaşwaz nake.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çeteya îşxalê ku derbeyên giran digre ji Refahê re eskerên îlawe dişîne
Li Şirnexê li dijî PKKê operasyon: 40 binçavî
NY: Li Refahê 600 hezar kes koçber bûn
Di Zanîngeha Dîcleyê de ji bo du rojan nobeda çadirê hat destpêkirin
Di doza 6-8ê Cotmehê de qerar hat dayîn