Derbarê “Îhlala daneyê ya Facebook”ê de lêpirsîn

Derbarê Cambridge Analyticayê ku li Facebookê daneyên 50 milyon kesan “bi şikleke bêusil” bi kar anîye tê sûcdarkirin de hat xwestin ku lêpirsîn bê destpêkirin.

Komîsyona Agahîyê ya Îngiltîreyê derbarê îddîayên bi şikleke bêusil bikaranîna daneyên 50 milyon kesên ku Facebookê bi kar tînin de lêpirsîn da destpêkirin.

Seroka Komîsyona Agahîyê ya Îngiltîrê Elizabeth Denham destnîşan kir derbarê îddayên bi bikaranîa daneyên şexsî manîpulekirina hilbijartinên serokatîyê ya Amerîka de,  Cambridge Analytica tê lêpirsînkirin.

Di vîdeoya ku bi dizîka hatiye kişandin û doh ji teref Channeel 4 a Îngîlîz hat weşandin de hinek birêveberên şîrketê qala li ser înternetê amadekirina “kemînên eşqê” ya bo li ser înternetê zirardayîna îtîbara siyasetmedaran dike.

Di dîmenan de hat dîtin Alexander Nîxê Serokê Lijneya Birêveberîya Cambridge Analytica dibêje ku ew li tevahîya dinyayê bi şikleke dizîka kampanyayên hilbijartinê birêve dibin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 34 hezar û 654
Em bang li wan dikin ku bi berpirsyarî rabin
Xwendekarên Prîncetonê ji bo piştgirîya Xezzeyê dest bi greva birçîbûnê kirin
Qefîleya hecê ya ewil di 9ê Gulanê de birê dikeve
Platforma Biratiya Îslamî li Çewligê ji bo Xezzeyê kermes vekirin