Derheqê pakêta piştgirîyê ya “Sala Malbatê” daxuyanî hat dayîn

Alîkariya ku wê di çarçoveya "Sala Malbatê" ya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan eşkere kir de bê dayîn wê zarokên piştî 1ê Çileya 2025an bên dinyayê dixe nava xwe.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokatiya Sererkaniyê der barê pakêta piştgiriyê ya ku di çarçoveya "Sala Malbatê" de bê dayîn de agahî da.

Di daxuyaniyê de ev îfade hatin dayîn:

“Ji bo zaroka duyemîn a piştî 1ê Çileya 2025an hatiye dinê her meh hezar û 500 lîreyî alîkarî tê dayîn.

Dayika ku piştî 1ê Çileya 2025an zaroka xwe ya sêyemîn bîne dinyayê wê mehane 6 hezar û 500 lîre bê dayîn. Ji bo zarokê çaremîn jî wê 5 hezar lîre alîkarî bê zêdekirin. Bi vî awayî wê bi tevahî 11 hezar û 500 lîre li hesabê malbateke xwedî 4 zarok bê razandin.

Ev alîkarî wê heta ku zarok bibin 5 salî berdewam bikin.

Bêyî ku ti pîvan li ber çav bê girtin wê alîkarî ji malbatan re bê dayîn. Tu şert tune ye.

Ciwanên ku bixwazin serî li Fona Malbat û Ciwanan bidin wê karibin bi 150 hezar lîreyî ji deynê bêfaîz 48 meh û dema keremê 2 sal sûd werbigirin. Serlêdan dê bi rêya e-Hikûmetê bêne kirin.

Şert û mercên pêwîst ji bo ciwanên ku dixwazin ji Fona Malbat û Ciwanan sûd werbigirin ev in:

Hemwelatîbûna T.C. û niştecihbûna li Tirkiyeyê, ji roja serîlêdanê di navbera 18-29 salî de, ne xwediyê sîteyê û ne xwedî milk, dahata navencî ya hevjînan di 6 mehên dawî de û hatina giştî ya meha dawîn, ne ji 2,3 qatê mûçeya herî kêm e, dîroka serîlêdanê Ji roja zewaca fermî re herî kêm 2 meh û herî zêde 6 meh be û di nav 2 de beşdarî karûbarên perwerdehiyê yên ku ji hêla Wezaretê ve piştî zewacê têne dayîn.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar