Derheqê şewata li Dîyarbekir û Mêrdînê de tehqîqat hat destpêkirin

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, destnîşan kir ku derheqê şewata ku di navbera Mêrdîn û Dîyarbekirê de derket de tehqîqat hatîye destpêkirin.

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç derheqê şewata ku çend gundan da berxwe û bû sedema mirina însanan de daxuyanî da, wî diyar kir ku ji teref Serdozgerîya Komarîya Çinarê ve tehqîqata edlî hatîye destpêkirin.

Tunç, di îfada xwe de weha got: “Derheqê şewata ku di navbera navçeyên Çinar û Şemxanê de derket de ji teref Serdozgerîya Komarîya Çinarê ve tehqîqat hatîye destpêkirin. Ez ji welatîyên me yên ku di şewatê de canê xwe ji dest dane re ji Xwedê daxwazîya rehmê, ji bo birîndaran daxwazîya şîfa lezgîn dikim. Ji hemû welatîyên me yên ku ji şewatê tesîrdar bûne re jî daxwazîyên xwe yên derbasbûyînê dişînin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno