Derheqê şewatên daristanê de 9 kes hatin girtin

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, daxuyand ku derheqê şewatên li Aydin, Mûxla, Îzmîr, Manîsa, Dêrsim, Bolû û Ûşakê de ji 22 kesan 9 kes hatin girtin.

Wezîr Tunç Li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de weha got:

“Derheqê şewatên ku di navbera 2-17ê Tebaxê de li bajarên me yên Aydin, Mûxla, Manîsa, Îzmîr, Dêrsim, Bolû û Ûşakê pêkhatin de ji teref Serdozgerîya Komarîyê ve tehqîqat hatibû destpêkirin û di çarçoveya wê tehqîqatê de:

Bi tevahî 22 şikdar hatine binçavkirin,

Ji şikdarên 9 kes hatin girtin.

Derheqê 5 kesan da biryara kontrola edlî hat dayîn,

1 piştî îfadeyê hat serbestberdan.

Karên 7 şikdaran berdewam dikin.

Tehqîqatên derheqê şewatê de xebateke berfireh û paqij tê domandin.

Xwedîderketina ji daristanên me yên ku çavkanîyên jîyana me ne wezîfeya me hemûyan e.

Ji welatîyên me yên ku ji şewatê tesîrdar bûne re cardin daxwazîyên xwe yên derbasîbûnê pêşkêş dikim.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno