Derheqê tehdîdên li dijî bavê Rojîn Kabaîşê de tehqîqat hat destpêkirin

Wezîrê Dadê Akin Gurlek, got ku ji teref Serdozgerîya Komarîya Wanê ve derheqê tehdîdên ku li dijî bavê Rojînê Nîzamettîn Kabaîş têne kirin û di medyaya civakî de hatine nîşandan de tehqîqata edlî hatîye destpêkirin.

Wezîrê Dadê Akin Gurlek, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî ev daxuyanîyê da:

“Derheqê îddîayên tehdîda li dijî bavê Rojîn Kabaîşê Nîzamettîn Kabaîş ku di medyaya civakî de jî hatîye dîtin de ji teref Serdozgerîya Komarîya Wanê ve tavilê tehqîqata edlî hatîye destpêkirin.

Ne mimkin e ku ji tu karekî ku ewlehîya canî ya welatîyên me tehdîd dike re misamehe were nîşandan.

Ew ê pêvajoya tehqîqatê, di çarçoveya ku hiqûq xêz kirîye de ji teref meqamên dadê ya serbixwe ve bi hessasî were meşandin.

Îzîn neyê dayîn ku tu kes dûçarê tehdîd û zextê were, ew ê di çarçoveya îlkeyên dewleta hiqûqê de hemî gavên hewce werin avêtin.

Ji raya giştî re bi rêzdarî tê ragihandin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno