Bi nêzîkbûna sezona gribê re derziyên gribê li dermanxaneyan cihê xwe girtin. Serokê Odaya Eczakarên Êlihê (Batmanê) Veysi Kutlay diyar kir ku ji ber ku vîrusa gribê her sal diguhere, divê derzî di her sezonê de bê nûkirin. Kutlay anî ziman ku divê welatî li ser dema lêdana derziya gribê, komên xetereyê, parêzvaniya wê û bandorên wê yên alî yên gengaz baldar bin.
Tê balkêşkirin ku rûdanên gribê bi taybetî di mehên payîz û zivistanê de zêde dibin û tê diyarkirin ku derziya gribê ji bo parastina li dijî nexweşiyê amrazekî girîng e. Ji ber ku derzî her sal li gorî taybetmendiyên vîrusên influenzayê yên belavbûyî tê nûkirin, tê anîn ziman ku parêzvaniya derziyên salên borî dibe ku ji bo sezona nû ne bes be.
Bi taybetî di komên xetereyê de yên wekî temenmezin, kesên nexweşiya wan a kronîk heye, ducanî û xebatkarên tenduristiyê ku îhtîmala wan heye enfeksiyona gribê giran derbas bikin, girîng e ku ev kes beriya sezona gribê şêwirmendiya tenduristiyê ya pêwîst wergirin.
Veysi Kutlay
"Vîrusa gripê her sal awayî xwe diguhere"
Serokê Odaya Eczakarên Êlihê (Batmanê) Veysi Kutlay ku ji nûçegihanê İLKHAyê re axivî, diyar kir ku gelek tiştên ku welatî di derbarê derziya gribê de meraq dikin hene û sedema nûkirina derziya gribê ya her salî wiha anî ziman:
"Bi nêzîkbûna mehên payîz û zivistanê re sezona derziya gribê dest pê kir. Hin mijar hene ku welatiyên me di derbarê derziya gribê de meraq dikin. Beriya her tiştî, yek ji pirsên ku welatiyên me herî zêde dipirsin ev e: 'Çima divê em her sal derziya gribê bibin?' Em dikarin vê yekê wiha eşkere bikin: Vîrusa influenzayê ku bagerê gripê ye, vîrusek e ku dikare pir û pir zû, bi rengekî lezgîn bikeve mutasyonê. Her sal strûktûra wê diguhere. Ji ber vê yekê, zanistvan her sal faktorên vê vîrusê tînin holê û bi wan derziyekê çêdikin. Ji ber ku her sal strûktûra wê diguhere û ji bo vîrusa sala nû derziya nû tê çêkirin, divê ev derziyên nû bêne kirin."
"Dema herî guncaw mehên Cotmeh û Mijdar in"
Kutlay anî ziman ku dema parêzvaniya derziya gripê heye û got: "Her wiha maweyê parêzvaniya derziyên gripê jî heye. Maweyê parêzvaniya wê nêzîkî 6-8 mehan e. Ji ber vê yekê, li dijî van vîrusan feyde heye ku her sal derziya gripê bê kirin. Li ser pirsên derbarê dema lêdana derziya gripê de, derziya gripê herî zêde di mehên cotmeh û çiriya paşîn de tê tercîhkirin. Sedema vê yekê ev e ku ji bo derzî bi temamî bandorê nîşan bide, divê maweyê 2-3 hefteyan derbas bibe. Dema ku grip li Tirkiyeyê herî zêde belav dibe mehên çiriya paşîn û kanûnê ne, di meha çiriya paşîn de jî digehêje lûtkeyê. Dema ku di meha cotmehê de derzî tê kirin, di mehên çiriya paşîn û kanûnê de îhtîmala peydabûna vê nexweşiyê kêm dibe. Ger mirov pê bikeve jî, tê misogerkirin ku nexweşî siviktir derbas bibe. Ji ber vê yekê dema herî guncaw mehên cotmeh û Mijdar in."
"Derziyên gribê li dermanxaneyan hene"
Kutlay anî ziman ku derziyên gripê niha li dermanxaneyan hene û got ku welatiyên di koma xetereyê de ne dikarin derziyên xwe bi reçeteya bijîşk bêpere peyda bikin:
"Vê gavê derziyên gripê hatin dermanxaneyên me û li dermanxaneyan hene. Welatiyên me dikarin derziya gripê çawa peyda bikin? Welatiyên me yên ji 65 salî mezintir û yên ku nexweşiya wan a kronîk heye, dikarin derziyên gripê ji bijîşkên xwe re bidin nivîsandin û ji dermanxaneyan bêpere peyda bikin. Piştî ku stendin, dikarin biçin saziya tenduristiyê û derziya xwe li wê derê bikin. Ji bilî welatiyên me yên di koma xetereyê de ku temenê wan ji 65 salî mezintir e, em şîret li welatiyên me yên ku nexweşiyên wan ên kronîk ên wekî şekir, diyabet, astim, KOAH, têkçûna dil, tansiyon û pençeşêr hene û li jinên ducanî dikin ku derziya gripê bibin. Li beramberî pirsên welatiyên me yên wekî 'Kî divê derziya gripê bibe?', em pêşniyar dikin ku kesên di vê koma xetereyê de derziya gripê bibin."
"Ji bo kesên ku bi komên xetereyê re dijîn jî pêşniyara derziyê"
Kutlay diyar kir ku ji bilî personelên tenduristiyê yên di qadên bi xetere de dixebitin, feyde heye ku welatiyên ku bi kesên di koma xetereyê de re di heman malê de dijîn jî derziya gripê bibin û wiha got: "Her wiha feyde heye ku personelên tenduristiyê yên di qadên bi xetere de dixebitin û welatiyên me yên ku bi van komên xetereyê re di heman malê de dijîn jî derziya gripê bibin. Pirsek din ku welatiyên me dipirsin ev e: 'Gelo lêdana derziya gripê me bi temamî diparêze?' Di zivistanê de tenê influenza faktora nexweşiyê nîne. Ji bilî vê, nexweşiyên wekî pêsîr girtin û serma xwarinê û nexweşiya RSVjî hene. Welatiyên me dikarin van nexweşiyan bi gripê re muqayese bikin. Welatiyên me yên ku bi van nexweşiyan dikevin, divê neyên wê baweriyê ku derziya gripê feyde nîşan nedaye."
"Derziya gripê dibe sedem ku nexweşî siviktir derbas bibe"
Kutlay anî ziman ku kesên ku derziya gripê bûne jî dikarin bi gripê bikevin, û got ku derzî bi taybetî ji bo kesên di koma xetereyê de dibe alîkar ku nexweşî siviktir derbas bibe:
"Gelo welatiyekî ku derziya gripê bûye dikare gripê derbas bike? Dikare derbas bike. Derziya gripê dibe sedem ku ev nexweşî siviktir derbas bibe. Bi taybetî di welatiyên me yên ji 65 salî mezintir û kesên nexweşiya wan a kronîk heye de îhtîmala ketina nexweşiya xizaniyê (zatûrreyê) kêm dike. Rêjeya razana nexweşxaneyê û bi vê re girêdayî xetereya mirinê kêm dike. Di vê wateyê de em lêdana derziya gripê ya welatiyên me girîng dibînin."
"Bandoreke alî ya giran û zanayî ya derziya gripê tune ye"
Kutlay di derbarê bandorên alî yên derziya gripê de jî agahî da û got: "Mijareke din ku welatî meraq dikin ev e ku gelo bandorên alî yên derziya gripê hene an tune ne. Bandoreke alî ya giran û zanayî ya derziya gripê tune ye. Tenê di devera derzî lê hatî kirin de ji ber derziyê dibe ku werimandin û êşek 2-3 rojî çêbibe. Her wiha hesta bêtaqetî û westiyanê ya 2-3 rojî dikare bê dîtin. Ji bilî vê bandoreke alî ya giran tune ye. Kesên ku berê derziya gripê bûne û komplikasyon an reaksiyoneke alerjîk derbas kirine, dibe ku di lêdana derziya gripê de astengî hebe. Ji ber ku dikarin heman rewşê dîsa bijîn. Ev komên bi xetere ne."
"Ji bo pitikên ku ji şeş mehan biçûktir in derziya gribê nayê şîretkirin"
Kutlay diyar kir ku ji bo pitikên ji şeş mehan piçûktir derziya gripê nayê şîretkirin, lê belê jinên ducanî dikarin derziya gripê bibin û şîret li wan tê kirin ku vê derziyê bikin:
"Ji bo welatiyên me yên ji şeş mehan piçûktir, anku ji bo pitikên me lêdana derziya gripê nayê şîretkirin. Jinên ducanî dikarin derziya gripê bibin û tê şîretkirin ku bibin. Di heman demê de bandoreke wê ya parastinê ya giran di zikê dayikê de li ser zarok jî heye. Tenê di derbarê lêdana derziya gripê ya pitikên ji şeş mehan piçûktir de fikar heye. Di mijara peydakirinê de jî welatiyên me dikarin li saziyên tenduristiyê serî li bijîşkên malbatê biddin an jî dema ji bo muayeneyê diçin, serî li bijîşkên xwe yên pispor biddin û bi reçeteyê derziyên xwe yên gripê peyda bikin."
"Di vê sezonê de derziyên gribê zû hatin dermanxaneyan"
Kutlay anî ziman ku derziyên gripê di vê sezonê de zû gihîştine dermanxaneyan û wiha axivî: "Vê gavê di dermanxaneyên me de derziyên gripê hene. Derziyên gripê di vê sezonê de zû hatin dermanxaneyên me. Her sal dereng diket û di peydakirina derziyên gripê de tengasî dihat dîtin. Ev sal derziyên gripê zû hatin welatê me. Di vê wateyê de em hinekî bişans in. Em ê rewşa peydakirina wê di nav pêvajoyê de bi demê re bibînin. Vê gavê wusa xuya dike ku di peydakirina wê de tu tengasî tune ye. Ez hêvî dikim ku di nav pêvajoyê de jî em rûbirûyî tengasiyê nebin. Welatiyên me yên ku nexweşiya wan a kronîk tune ye û di koma xetereyê de nînin, ger bixwazin derziyê peyda bikin dikarin ji dermanxaneyan bi beramberiya drav bistînin. Buhayê wê jî dora 935 lîreyî ye. Ji vir ez ji hemû welatiyên me re sezona payîz û zivistanê ya bê nexweşî daxwaz dikim."