Di 13emîn salvegera şehadeta xwe de Aslan Mashadov

Îro 13emîn salvegera şehadeta serokê Çeçen Aslan Mashadov e … Aslan Mashadov kîye, di berdexwedana Çeçenîstanê de li ku cîh dîgre?

Îro salvegera şehata serokê Çeçen Aslan Mashadov ya 13emîn e… Mashadov şexsetekî di berxwedana Çeçenan de cîhekî girîng dikre û di 2005an de bi êrîşeke Rûsan hatibû şehîdkirin.

Tu Çeçen ku di navbera sala 1944 û 1957an de li welatê xwe nehatin dinyayê.

Aslan Mashadov jî wek nesla xwe, ew jî di sala 1951ê de li Qazakîstanê hat dinyayê.

Malbata wî di koça 1944an de temamê ezîyetan kişand.

Mashadov di sala 1957an de di 6 salîya xwe de vegerîya Çeçenîstanê. Di sala 1972an de ji akademîya topan ya Tîflîsê mezûn bû. Li Federasyona Rûsyayê li deverên wek Macaraîstan û Lîtvanyayê wezîfe kir.

Piştî Yekîtîya Sovyetan xira bû ji terev Dûdayev ve dawetî welatê xwe Çeçenîstanê hat kirin.

Aslan Mashadov di sala 1992an ji wezîfeya xwe ya artîşa Rûsya veqetîya û ji bo xizmetê ji welatê xwe re bike çû Çeçenîstanê û bû Serfermandarê leşkerî.

Mashadov, di qezenc kirina herba Rûs-Çeçen ya sala 1996an de xwedyê parek mezin e.

Piştî Dûdayev hat şehîdkirin Aslan Mashadov bû Serok Dewletê Çeçenîstan û cîhada Çeçenîstan wî dewam kir.

Di sala 1999an de piştî Rûsayê herba duyemîn da destpêkirin Mashadov seroktî berda û dest bi herba gerîlla kir.

Mashadov, di 8ê Adara 2005an de di gel hin efserên Çeçen li qasabaya Tostoy-Turtê ji teref Rûsan ve hat şehîdkirin.

ÎLKHA


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin