Di 22 bajaran de li dijî FETO operasyon: 45 binçavkirin

Elî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir daxuyand ku di encama operasyonên ku li 22 bajaran de dijî FETO hat kirin de ji 45 şikdaran 22 hatine girtin, 8 ji wan jî bi şerta kontrola edlî hatine berdan.

Di operasyonên “Kiskaç-38” a ku ji teref cendirme ve di hefteyekî dawî li dijî FETO li 22 bajran hat kirin de 45 şikdar hatin girtin.

Ji şikdaran 24ê wan hatin girtin, derheqê 8ê ji wan jî qerara şerta kontrola edlî hatiye dayîn. Karên din didomin.

Elî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir daxuyand ku operasyon li bajarên Aksaray, Amasya, Antalya, Burdur, Bursa, Erzirom, Stenbol, Îzmîr, Mereş, Karabuk, Kırıkkale, Qonya, Kutahya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Ordu, Seqerya, Samsun, Trabzon û Yozgatê hatine kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê