Bernameya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” ya ku her sal tê lidarxistin, vê salê jî li Bêdlîsê bi beşdarbûna sedan pêk hat.
Bernameya ku bi Pêşengîya Evîndarên Pêxember ve hat lidarxistin, li ber Camîya Bîtlîs Merkez Ersanê dest pê kir. Bi sedan zarok bi meşeke ku ji bo piştgirîya Xezzeyê hatin herêmê.
Bernameya ku ji teref zarok û malbatên wan ve gelek eleqe hat nîşan dan, bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir. Hûnermendên Ajansa Ozlemê îlahîyan xwendin û ji teref zarokan ve jî şiîr, hedîs û îlahî hatin xwendin.
Vekirina bernameyê ji teref Mele Xatibê Camîya Hîcretê Erkan Yaşar ve hat kirin.
Yaşar di axavtina xwe de bal li ser qetlîam û qirkirina ku li Xezzeyê tê jîyandin kişand û got ku zarok, pîrek, îxtîyar û zilamên Misilmanan li Xezzeyê bi mehan e di bin bombeyan de têne qetilkirin. Yaşar dûre derheqê ehemmîyeta nimêjê de axavtinek kir û derheqê qîmeta ku Pêxember û eshabîyên wî dida nimêjê de jî mînakan da.
Yaşar derheqê ehemmîyeta nimêjkirina di emrên biçûkatîyê de jî balan kişand. Û dûre bername bi nimêjkirina ji teref zarokan ve dawî bû.
Ji bernameyê re Serokê Bajarê Bêdlîsê yê HUDA PARê Cengîz Karakaya, welatî, xwendekar û malbatên wan jî beşdarî bûn. (ÎLKHA)