Di bernameyên parqan de vê heftê rawestgeh Parqa Şevket Beysanoglu bû

Tevgera Ciwanî û Dawetê ku bi destpêka demsala havînê li parqên Dîyarbekirê bernameyan tertîp dike, vê hefteyê jî li Parqa Şevket Beysanogluya Kayapinarê bernameyek lidar xist.

Tevgera Ciwanî û Dawetê ku, ji bona ku di dawîya hefteyê de şênîyên herêmê wextên xweş derbas bikin û dijî îfsada ji bo ciwanan, xebatên projeyên îhyayê li dar dixin, di her bernameyê de navçeyek dibijêrin û xebatên xwe berdewam dikin.

Bernameya ku li Parqa Şevket Beysanogluya Kayapinarê hat lidarxistin, bi xwendina Qurana Pîroz ê ku ji teref Mele Mustefa Kurt ve hat xwendin dest pê kir.

Piştî axavtina Qurana Pîroz Abdusselam Şanli derheqê ehemmîyet û girîngîya rojê de axavtinek kir, Şanli derheqê qezenckirina Quranê ya li ser jîyanê û windahî û zayîadên tinebûna Quranê ya li ser jîyanê de balan kişand.

Şanli bibîrxist çawa ku îmtîhan û wezîfeya hemû mexlûqatên li ser rûyê erdê heye, bi heman şeklê îmtîhan û mesûlîyetên însanan jî li ser vê rûyê erdê heye, Wî bal kişand ji bona ku mirov wezîfeya xwe ya ebdîtîyê bi herî xweşik bicîh bîne lazim e ku serlêdana Quran û sinnetê bike.

Şanli dûre derheqê ehemmîyeta xwendina Quranê de axivî û got, “Însanê ku Quranê bixweyîne wê jîyana wî ji bixêr û bereketê tijî bibe. Em însanên herî bixêr ji dema Esrî Seadetê dizanin. Ji ber ku Quran kitêbekî bifezl e, însanê ku wî bixweyîne û li gorî wî emel bike jî fezildar dike, û dibe wesîleya xelasîya dinya û axireta wî. Quran ew ê ji wî însanê ku wî dixweyîne re şefaetê bike, dê jê re bibe wesîleya azadbûna ji cehennemê û têketina cennetê. Divê em tenê Quranê nexweyînin, lazim e ku em wî fêhm jî bikin.”

Şanli dûre weha got, “Quran tenê ji bona ku em di malên xwe de, di meclîsên xwe û şînan de bixweyînin nehatîye şandin. Divê dema ku em Quranê bixweyînin, lê jî binêrin ka gelo ev Quranê ji me re dibêje çi, dema ku em vêya jî hîn bibin wê çaxê ew ê tesîra wî li ser jîyana me hebe.”

Bername piştî axavtinê bi îlahî û merşan berdewam kir, ji zarokan re jî pêşbirk hatin tertîpkirin.

Di dawîya bernameyê de jî ji zarokan re dîyarîyên wan hatin dayîn û dua hat xwendin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar