Di berxwedana li Xezzeyê de 5 leşkerên payebilind ên îşxalker hatin kuştin

Rejîma îşxalker a siyonîst îtiraf kir ku 5 eskerên xwe yên din ji wan 4 serdar û 1 serleşker e li Xezzeyê mirine.

Li gor medyaya îşxalker 5 siyonîstên bi navên Major Matan Meîr, Sererkan Moshe Yedidia Leiter, Orgeneral Josef Haîm, Sergey Shmerkin û Major Nathaniel Harosh di dema êrîşa bejahî ya li Xezzeyê de mirin.

Her wiha artêşa îşxalker ragihand ku 2 efser û 4 leşker bi giranî birîndar bûne.

Bi vî awayî hejmara kuştiyên artêşa îşxalker a ku ji 27ê Cotmehê ve dest pê kir heta niha derket 43yan. Lêbelê berxwedan û çavkaniyên cihêreng piştrast dikin ku ev hejmar gelek caran zêdetir e. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"
Divê perwerdehiya mecbûrî ya 12 salî ji nû ve were sazkirin
Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate