Di bombebarandina îşxalkeran de 60 êsîr mirin

Berdevkê Tugayên Qassam Ebu Ubeyde, diyar kir ku di encama bombebarandina îşxalkeran de heta niha 60 êsîrên dijmin mirin.

Ebû Ubeyde, di daxuyanîya ku bi niviskî belav kir de, derheqê rewşa êsîrên ku di çarçoveya Tofana Eqsayê de qefaltine de agahîyan da.

Ebu Ubeyde, di daxuyanîya xwe de weha got:

“Ji 7ê Cotmehê heta niha bombebarandina rejîma îşxalekran a li ser Xezzeyê, bû sedema mirina ji 60î zêdetir êsîrên li Xezzeyê.

Di encama lêgerînên ku hatin kirin de hat tespîrkirin ku heta niha hêna jî 23 cesed di bin kavilan de ne. Encax ji ber berdewamkirian êrîşên wehşîyane a rejîma îşxalkeran em wisa dibînin ku ew ê ti dem neghêja van cîhan.”

Yahya Sînwar: “Em ji teqesa êsîran re amade ne”

Serokê HAMASê yê li Xezzeyê Yahya Sînwar di daxuyanîya xwe ya ku meha borî lidarxist de weha gotibû ku berxwedana Fîlîstînê, “Hemû girtîyên Fîlîstînî ên ku ji teref îsraîlê îşxalker ve tênê girtin bi berdêla êsîran ve hazire ku peymanek lidarbixe.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno