Di bûyerên şîddetê ya Roja Serxwebûnîya Emrîqayê de 33 kes mirin

Di hefteya Roja Serxwebûnîya Emrîqayê de bi çekan êrîş hatibûn kirin, di encama wan bûyeran de herî kêm 33 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gorî Associated Pressê, rayedarên Emrîqayê îfade dikin ku di bûyeran de herî kêm 33 kes mirine û ji wan jî 11 kesên wan li Chicagoyê bûne.

Serokê Şaredarîya Chicagoyê Brandan Johnson, îfade kir bûyerên ku di rojên dawîn de pêk hatine, “bajêr kirîye nav xemgînîyekî mezin”

Hat diyarkirin ku li Huntington Beacha Kalîfornîyayê dema ku hûnera agirbazê qedîya bi çekan şer derket û di wan bûyeran de jî du kes mirine sê kes jî birîndar bûne.

Li Bostonê di roja Înê de di seat 01.30yan de bi çekan şer derket û kesekî canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin mirin û birîdarbûnên dinê jî li herêmên dinê pêk hatine. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno