Di çapemenîya Emrîqayê de, hat îddîakirin rejîma sîyonîst “Ji tinelên li Xezzeyê re dest bi berdana avê kir”

Li gorî xeberên ku di çapemenîya Emrîqayê de derbas dibe, rejîma îşxalker a sîyonîst, ji tinelên ku berxwedan li Xezzeyê dixebitîne re dest berdana avê kirîye. Hat desntîşankirin ku berdana ava behrê ew ê heta çend hefteyan bidome.

Di The Wall Street Journal (WSJ) yek ji rojnameyên Emrîqayê ye de, hat nivîsandin ku rejîma sîyonîst ji tinelên Xezzeyê re dest bi berdana avê kir.

Li gorî xeberê, rayedarên Emrîqayê, îddîa dikin ku sîyonîstan dest bi berdana ava behrê kirine.

Di xeberê de hat îfadekirin operasyonên ku di tinelan de tênê kirin di nav dizîtîyê de tê kirin, hat îfadekirin ku ev meseleya berdana avê bi 7 sîstemên cuda tê kirin û dibe ku ev fealîyet çend hefteyên dirêj bigre.

Îdareya Avan yê ku girêdayê bireveberîya Fîlîstînê ye, ji berdana avê re bertekê nîşan dabû.

Di daxuyanîyê de hatibû îfadekirin ku berdana avê a ji tinelan re, bi taybetî ji avên binê axê re zerarekî mezin bide û pileya xwêya ava binê axê zêdetir bike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin