Daxwaza malbata Narin Gürana ku di sala 2024an de li Diyarbekirê jiyana xwe ji dest dabû, ya ji bo ku dosyeya kuştinê di çarçoveya “bûyera ku kujerê wê nediya ye” de ji nû ve bête lêkolînkirin bi encam bû. Serlêdana ku ji bo Serokatiya Daîreya Lêkolînkirina Sûcên Kujerên Wan Nediya ya di bin sîwana Wezareta Adaletê de hatibû kirin nehat qebûlkirin.
Malbata Güran, bi armanca ku kuştina Narin Güran di çarçoveya bûyera ku kujerê wê nediya ye de ji nû ve bête girtin dest, serî li Wezaretê dabû.
Piştî serlêdanê di nirxandina ku hatkirin de hat diyar kirin ku tu zanîn û belgeyên nû û berçav ên ku nîşan bidin ku kuştin “bûyereke ku kujerê wê nediya ye” ye an jî dê hewcedariya ji nû ve lêkolînkirina dosyeyê ji aliyê Serokatiya Daîreya Lêkolînkirina Sûcên Kujerên Wan Nediya ve derxin holê, nehatine bidestxistin.
Di nirxandinê de hat binxêzkirin ku rewşên “nediyarbûna kujer” û “nediyarbûna hemû hûrguliyên kuştinê” ji aliyê hiqûqî û madî ve ji hev cuda ne.
Ji aliyê din ve bal hat kişandin ser ku pêvajoya darizandinê ya derbarê kuştina Narin Güran de di mehkemeyên dereceya yekem û mercayên temyîzê de tê meşandin. Hat bibîrxistin ku biryarên mehkûmiyetê yên ku derbarê hin bersûcan de hatine dan ji aliyê Dadgeha Bilind (Yargıtay) ve jî hatine erêkirin.