Di doza kuştina Narîn Guran de biryar hat dayîn

Di doza ku li Dîyarbekirê Narîn Gûran a 8 salî hat qetilkirin de, ji bo dîya Narînê Yuksel Gûran, apê Narînê Salim Gûran û birayê mezin Enes Gûran cezayê muebbetê hat birîn, li Nevzat Bahtiyar jî 4 sal û 6 meh ceza hat dayîn.

Narîn Gûran a li navçeya Rezan a Dîyarbekirê ji mala xwe derket û careke din venegerîya, piştî windabûna 19 rojan di nava çewalekî de li nêzî mala xwe bi mirîkî hatibû dîtin.

Di tehqîqata kuştina Narînê de dayîk Yuksel, birayê Narînê Enes, apê Narînê Salim Gûran û îtîrafkar Nevzat Bahtiyar wek girtî tên darizandin.

Danişîna duyemîn a dozê li 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîyarbekirê di roja sêyemîn de bi dawî bû.

Karên parastina bersûcan bi dawî bû.

Dadgeh ji bo biryarê di saet 21.00an de careke din civîya.

Dayika Yuksel, birayê Enes, apê Salim Gûran û îtîrafkar Nevzat Bahtîyar anîn salona dadgehê.

Ji bo Dayîka Narînê Yuksel Gûran, apê Narînê Salim Gûran û birayê mezin ê Narînê Enes Gûran cezayê muebbetê ku hatîye girankirin û 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Nevzat Bahtîyar hate birîn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê