Di doza Reyhanliyê de qerar

Qerara doza derbarê êrîşa bombeyî ya ku berî vê 5 salan li Reyhanliya Hatayê hat kirin de qerar hat daxuyandin.

Li Mehkemeya Cezaya Giran a Enqerê ya 9emîn qerara doza derbarê êrîşa bombeyî ya ku berî vê 5 salan li Reyhanliya Hatayê hat kirin de qerar hat daxuyandin.

Di doza ku tê de 9 jê girtî tev de 33 kes dihatin darizandin de ji 9 kesan 53 car cezaya muebbet a girankirî û 4 hezar û 32 sal cezaya hepsê hat dayîn.

Nasir Eskîocakê ku tê diyarkirin bersûcê sereke yê plankar û failê êrîşê ye ji sûcên teşebûskirina kuştinê, li xwe re gerandina teqemenîyê, birîndar kirin û zerar dayînê sûcdar hat dîtin.

Derbarê 8 bersûcên firarî de jî qerar hat dayîn bi bultena sor lêgerîna wan berdewam bike.

11ê Îlona sala 2013an roja şemîyê mînîbûseke bombebarkirî li Reyhanliya Hatayê li ber avahîya PTTê û ya din jî li ber avahîya şaredarîyê hatibû teqandin û di êrîşan de 53 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 155 kes birîndar bûbûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe