Di erdheja li Myanmarê de hejmarê mirîyan 3 hezar û 700î derbas kir

Ji ber du erdhejên mezin ên ku di mezinahîya 7,7 û 6,4an de li Myanmarê pêk hat ji 3 hezar û 700î zêdetir mirov canê xwe ji dest dan, hêna jî 114 kes winda ne.

Temsîlkarê Myanmarê yê Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê Thushara Fernando, destnîşan kir ku ji ser du erdhejên mezin ku li Myanmarê pêk hatine mehekî derbas bû, “Ji 3 hezar û 700î zêdetir mirov canê xwe ji dest dan, nêzê 5 hezar û 100 kes jî birîndar bûn û hêna jî 114 hezar mirov winda ne. Bi dehhezaran mirov ji cîhê xwe bûne, di nav konên ku dîwarên wan tine û ji potikan dorpêç kirine dijîn.”

Fernando, diyar kir ku rîska nexweşînên şobê bi lez zêde dibe, demasla musonê nêz tê û tehdîda taya dangê û ta atêşê ji rastîyê re vegerîyaye.

Hat îfadekirin ku çavkanîyên avê qirêj bûne, “Niha em di nav pêvajoyekî krîtîk de ne. Heger foneke acîl û berdewamî neyê temînkirin wê krîza tenduristîyê derkeve holê. WHO, ji bo lazimatîyan daxwazîya 8 milyon dolarî dike.”

Li herêma Sagainga Myanmarê di 28ê Adarê de di mezinahîya 7,7 û 6,4an de du erdhejên mezin pêk hatin.

Hejmarê mirîyên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane derket 3 hezar û 689, birîndar jî derket 5 hezar û 20î. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno